Rojnameya Ronahî

Nameyek ji Dayîkên Kurd re

Sîpan Şînda

 

Dayîkên delal, ev e sed sal in hûn di nava kul û derd, êş û eleman de heliyan. Ez dizanim ku çi gotin wê êşa ku we kişandî nikaribe bîne ziman. We kur xwedî kirin, mezin kirin û anîn li ber jin anînê, li ber kedê û dagirkeran ew li ber çavên we qetil kirin. We keç mezin kirin, anîn li ber mêrkirinê û li ber kedê dijminan ew ji li ber çavên we kuştin. We mal çêkirin, cihazên bûk û zavan danîn li ser hev lê dijmin hatin ew cihazên we yên ku we bi hêviyên gelekî xweş çêkiribûn bi xaniyên we ve bi dehan caran şewitandin. Gelo hûnê wan zarokên ku we di pêsîra xwe de bi delalî mezin kirîn, bi loriyan di mehdikê de hejandîn û kamil û baliq kirîn û paşê ji aliyê dagirkeran ve hatîn qetil kirin jibîr bikin? Gelo ez kîjan çîrokên we yên dilşewat bêjim? Ez dizanim her dayîkek ji we çîroka wê ji ya din dilşewattire. Ez dizanim ew berxikên we yên dermale kirîn çiqas li ber dilê we şirîn bûn. Ez dizanim, ew hineya ku we ji şeva destreşê re û ji zavatiya wan delalan re cebilandî hê ji di teştê de ye û finda wê ji ne vemiriye. Ez dizanim, hesp û mehîn zînkirî bûn û xêlîvan li ser rêketinê bûn, lê belê dijminan tilîliyên we di nîvî de hêlan, cendekê zavayî di milekê de qulipadin û yê bîkê ji di milê din de.

Dayîkên delal, ez dizanim hûn hingî şev serê xwe bi kul û keseran datînin li ser balgehî û heroj ji bi wan kul keseran dest bi rojê dikîn. Ji aliyekê ve kul û derdên debara jiyanê, ji aliyekê ve xema zar û zêçan û ji aliyê din ve xema herî mezin, bindestî. Eve sed sal in hûna di nava têkişîna azadiyê de ne. Eve sed sal in hûna tekoşîna parastina çand û zimanê xwe didîn. Lê mixabin îro bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê û li Ewropa hewe dev ji vê tekoşîna parastina ziman berdaye. Hûn ji polîtîk bûne û zarokên we êdî nema dibêjin we “Yadê!” Zarokên we dibêjin we “ana!”. Erê, we “Yadê” kuştiye û şûna wê ji “ana” rakiriye. Sed heyf û mixabin êdî hûn dayîkên Kurd zarokên xwe bi zimanê qatilê xwe mezin dikin. Hûn çand û hişmendiya wan didine zarokên xwe. Hûn êdî nema loriyan, mamikan, hikayetan ji zarokên xwe re bi Kurdî dibêjin. Hûn wan êdî ne bi “xezalûk û delalûkê”, bi “keçelûkî”  û “tehtê tehtê” mezin dikîn, hûn wan êdî bi “keloglan” û “cin Ali” û nizanim çi û çi mezin dikîn.

Dayîkên delal, ez dizanim hûn vêya henê ne bi zanebûn dikin. Ez dizanim ku pirrên we ne di hişmendiya girîngiya zimanê zikmakî ya ji bo zarokan de ye. Lê belê ew zimanê ku ew zarok hêj di zikê diya xwe de dest pê dikin û fêr dibin, ji bû pêşeroja wan kilîla serkeftinê ye. Ew zarok wê bi wî zimanî xwe nas bikin û bidine naskirin. Hûn dizanin ku me Kurdan çi dewlet nîne, çi saziyên ku zimanê me ji biparêze nîne. Dewleta me ji û saziya parastina zimanê me ji hûn dayîkin. Heke hûn ji vê “bêbextiyê” li zarokên me bikin, gelo sibê hûnê çi bersivê bidine wan? Dema ew mezin bûn û zanîn ku ew Kurdin, lê belê Kurdî nizanin, gelo hûnê vê çawa li wan bidine fêmkirin?

Dayîkên delal, hûn bidine xatirê delalên dilê xwe, hûn bidine xatirê kêl û gorên birîn ne kewandiyên xwe hûn zimanê xwe nîşanî zarokên xwe bikin, bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Çawa dayîka xelkê nabe dayîka mirovî, zimanê xelkê ji nabe zimanê mirovî. Bi rêzdarî ez tême destên we.