Rojnameya Ronahî

Şahnameya Kurdî derket

Pirtûka “Şahnameya Kurdî-Rustemê Zal û Heft Xana Wî” û pirtûka “Li Dû Şopa Êzdiyan” hatin weşandin. Her du pirtûk jî xebatên lêkolînê ne û ji Weşanên Avestayê derketine. 

 

Shahab Vali ê ku daye pey serpêhatiya Rustemê Zal, li ser mijareke ku kêm tê zanîn, hûr bûye û armanca vê xebata xwe wiha diyar dike, “Armanca sereke ya vê xebatê, hewldaneke giştî ye ji bo diyarkirina cih, girîngî û serpêhatiyên Rustemê Zal di çanda kolektîf a Kurdan de.”

Li hêla din jî nivîskar Emîn Nardozî pirtûka bi navê “Li Dû Şopa Êzdiyan” a ku Magnus Bärtås û Fredrik Ekman bi hev re nivîsîne ji Swedî wergerandiye Kurmanciyê. Herdu nivîskar ji bo kitêbê binivîsin, çûbûn nav Êzdiyên li Ermenistan û Başûrê Kurdistanê.

 

Ozgûr Polîtîka