Rojnameya Ronahî

Di merasimê bîranîna şehîd Zerdeşt Îsmaîl de pirtûka wî hat imzekirin

Di salvegera 23’yan ya şehadeta têkoşer Zerdeşt Îsmaîl Ebdulmecîd (Rizgar) de, pirtûka wî ya “Avdana agir” hat imzekirin.

 

Merasîmê bîranînê ji aliyê Yekitiya Reşenbîran a Herêma Cizîrê ve li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê ya kantona Qamişlo hat lidarxistin. Bi  dehan nivîskar, rewşenbîr, malbatên şehîdan û malbata şehîd Rizgar amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Kombûna Perwerdê ya Zimanê Kurdî Behaa Betal pêşgotina danasandina pirtûk û nivîskar ku ji hêla Bahoz Erdal ve hatiye nivîsandin, xwend.

Di pêşgotinê de wiha hate gotin: “Şehîd Zerdeşt ji Dêrikê ye, xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li navçeyê xwend. Endazyara medenî li zanîngeha Helebê xwend û di ciwantiya xwe de tevgera azadî ya şoreşgerî nas kir û di 1988’an de tev lê bû, û li çiyayên Besta, Cûdî û Botan geriya. Di 26’ê Kanûna 1998’an de li herêma Gabar a Botanê şehîd bû.”

Dûvre komek ji helbestên r şehîd Zerdeşt ji hêla endamên Yekitiya Rewşenbîran şaxê Dêrikê û birayê şehîd Laleş Îsmaîl ve hatin xwendin.

Piştre sînevîzyonek 20 deqeyan li ser têkoşîna şehîd Zerdeşt hate pêşandan.

Paşê birayê şehîd Zerdeşt, Egîd Îsmaîl Ebdulmecîd peyama Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji bo vê boneyê  xwend û wiha tê de hate gotin: “Şehîd Zerdeşt tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û berê xwe da Ewropa ku dest bi çalakiyên xwe yên dîplomasî bike û di wê serdemê de roleke dîplomasî ya aktîf lîst. Lê partiyê jî di wê qonaxê de plan dikir ku çalakiyên xwe yên rêxistinî li gelek dewletên Ewropa û Yekitiya Sovyetê ya berê fireh bike û şehîd Zerdeşt ji bo vê yekê hat erkdarkirin.”

Li aliyekî din jî endamê Yekitiya Rewşenbîran şaxê Girkê Legê Bradost Mîtanî behsa rola kesayetên şoreşger di şoreşan de kir û ev tişt got: “Di salvegera 23’yemîn a şehadeta şehîd Zerdeşt de û bi vê boneyê em çiqas li ser fedekariyên şehîdan biaxivin em nikarin mafên wan bidin. Ji ber şehîdên me têkoşîna xwe vebijartin û erka dikeve ser milê me jî em têkoşîna wan biparêzin û ji civakê re wan têkoşîna wan eşkere bikin.”

Her wiha piştre rojnivîs û helbestên şehîd Zerdeşt ji hêla birayê wî Laleş Îsmaîl Ebdulmecîd ve hate îmzekirin.

Di pirtûka ku ji 164 rûpelan pêk tê , wêneyên şehîd Zerdeşt û 44 helbestên wî hene. Çapxaneya Şilêr 2 hezar kopî ji pirtûkê çapkirin û li beşdaran hatin belavkirin.

ANHA