Rojnameya Ronahî

Destkeftiyên tenduristî û projeyên xizmetgûzariyê yên Rêveberiya Xweser yên 2021’ê

Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê 2021’ê, tevî gelek astengiyan, gelek projeyên xizmetgûzarî yên girîng, mîna avakirina navendên tenduristiyê, vekirina riyên stratejîk û piştgiriya beşên çandinî û aboriyê pêk anîn.

 

LI SER ASTA XIZMETGÛZARÎ Û BINESAZIYÊ:

Di 2021’an de Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan gelek projeyên girîng ji bo piştevniya binesaziya herêmê pêk anîn. Bi wê re 280 proje ji bo sererastkirina pire û rîgaran hatin avakirin. 585 projeyên amadekirina rêyan bi xîzê pêk anîne. Her wiha 86 projeyên qîrkirina rêyan çêkirin. Ji wan jî sererastkirina rêya (Ebyed-Ebyed) a di navbera herêma Cizîrê û Firatê de di 27’ê Cotmehê de. Ev rê tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re girê dide.

Her wiha Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan 394 projeyên restorekirina torên avê û 14 projeyên sererastkirina stasyonên avê pêk anîn.

Ji projeyên girîng ên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan pêk anîne:

Di 14’ê Çileyê de û bi lêçûna milyonek û 500 hezar dolar Rêveberiya Xweser dest bi projeya  kişandina avê ji çemê Firatê kir. Ev proje wek çareyeke lezgîn ji dêvla stasyona ava Elokê ya Hesekê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kontrol dikin pêk hat. Ev yek li gorî gelek merheleyan bi rêya sererastkirina stasyona 47’an û stasyona Elwa, sererastkirina toreyên avê, projeyên dayîna kerhebê ji stasyonan re pêk hat. Bi wê re ji sedî 20 av ji şêniyên Hesekê re hat dabînkirin.

Di 19’ê Çileyê de, Şaredariya Gel a herêma Layiz a girêdayî bajarokê Geranîc ê rojhilatê Dêrazorê stasyona avê ji bo 120 hezar şênî ava kir. Di projeyê de xebat li ser avakirina hîm, dîwar, ode û dîwarên stasyonê hatin kirin û ev proje di 7’ê Sibatê de kete miryetê.

Di 26’ê Gulanê de Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê 3 projeyên ji bo cihên çopê ava kirin, ji wan projeyan vekirina projeya komkirina çopê li rojhilatê Qamişlo û veguhastina ber bi çopgeha bingehîn a li Holê ve.

Di 3’yê Hezîranê de, Yekitiya Avê ya Hecînê xeta avê ya nû ji 6 hezar şêniyên li 5 taxên Hecînê ava kir, her wiha nexweşxane ava kir. Di heman dîrokê de Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan projeya sererastkirina stasyona ava Baxozê ku ji xizmetê derketibû, ava kir. Ji ber dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kiribû û bandora wê li şêniyan dikir. Ev stasyon avê dide nêzî 45 hezar şênî  ku li taxên Şêx Hemed, Dawûd, Mitlewîn, Xenafire, Elawîn, Şirîde û Şehabat in.

Di 11’ê Tebaxê de stasyona avê ya Sefafine ji bo dayîna avê ji 15 hezar şêniyên li 3 taxên rojhilatê Dêrazorê kete pratîkê.

Di 23’yê Tebaxê de Gerînendetiya Giştî ya Avê 5 bîrên avê li herêma başûrê Hesekê li seranserî xeta kişandina avê ji Firatê ava kirin, ji Mergede ber bi Erîşa ve. Da ku xwesteka şêniyên herêmê dabîn bike. Ji ber dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ku av dida Hesekê qut kir.

Di 15’ê Îlonê de, şaredariyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi xebatên projeya stasyona paqijkirina ava vexwarinê li rojhilatê bajarokê Keşkîşe kir. Ev proje bi rûbera hezar û 200 mitreçargoşe li ser keviya çemê Firatê ye û ev stasyona duyemîn li bajarok e û xizmeta nêzî 30 hezar şênîyî dike.

Di 7’yê Mijdarê de Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê jinûve dest bi sererastkirina stasyonên avê yên li başûrê Hesekê kir. Tê payîn ku her du proje di Sibata bê de bikevin xizmetê. Da ku pêdivî û xwestekên şêniyên herêmê dabîn bikin. Li gorî çavdêrên li ser projeyê û Şaredariya Gel a Şedadê ev proje pêdiviyên 160 hezar şênî li 350 gund û bajarokên navçeya Şedadê û Mergede dabîn dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 271 hezar û 605 dar li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser çandin, 178 park sererastkirin û vekirin, 10 şitilgeh ava kirin.

LI SER ASTA TENDURISTIYÊ:

Ji girîngtirîn xebatên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta tenduristiyê kirine, sererastkirina nexweşxaneyên li herêmên Rêveberiya Xweser. Di 7’ê Gulanê de Nexweşxaneya Firatê ya Giştî li bajarokê Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê hat avakirin. Ji ber di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê de binesazî hatibû wêrankirin. Ev nexweşxane ya yekemîn li xeta rojhilat e û xizmeta zêdetirî 600 hezar şêniyan dike.

Ji wê zêdetir jî stasyonên dayîna oksojînê li tevahî rêveberiyên xweser û sivîl hatin dabînkirin. Di 9’ê Sibatê de Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kargeha oksojîna tenduristî li herêma Sebe Kîlo li rojavayê Dêrazorê ava kir. Di rojê de kargeh 90 cereyên oskojînê derdixe.

Wek gaveke geşkirina rêbazên pêşîlêgirtina vîrusa Korona û dermankirina birîndaran, Desteya Tenduristiyê di 20’ê Kanûna 2020’an de navenda Jiyan-COVID -19’an ji bo dermankirina pêketiyên vîrosa Koronayê vekir. Ew navend di 18’ê Sibata îsal de kete meriyetê.

Di 28’ê Sibatê de ji bo sivikkirina barên nexweşan û lêçûna tenduristiyê li ser şêniyan, saziyên civaka sivîl klînîkên gel vekirin. Ev proje ya yekemîn li Qamişloyê ye û tê de 10 beş hene; hundirîn, jin, sinir, zarok û pisporiyên guh, poz û zengilor, mêzok, gurçik, dil, hestî û nûjdarî. Her wiha di wan klînîkan de klînîkên diran, laborator, radyolojî, dermanxane û odeya ambulancê hene.

Di 3’yê Nîsanê de, nexweşxaneya Kobanê bi piştevaniya Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê beşa emeliyetên dil vekir û di sibeha 8’ê Nîsanê de yekemîn emeliyeta dil li nexweşxaneyê ji jineke 54 salî re bi serketî hat çêkirin.

Ji bo peydakirina piştevaniya tenduristî ji zarokên pitik re, desteya tenduristiyê di 4’ê Tîrmehê de beşa kreşan ji zarokan re li Nexweşxaneya Gel a Amûdê vekir û tê de zarokên pitik bê pere tên dermankirin. Ev nexweşxane barên lêçûnên zêde û rûberên dirêj li ser şêniyan radike.

Beriya 2 salan Nexweşxaneya Dil û Çavan hat vekirin, di 10’ê Tîrmehê de yekemîn emeliyetên dil hatin çêkirin ku li ser astên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên yekemîn e û li ser asta Sûriyê ya herî baş e.

Desteya tenduristiyê alava radyolojiyê û pêdiviyên tenduristiyê ji hin nexweşxaneyan re peyda kirin. Her wiha di 13’yê Tîrmehê de Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê 2 beş zêde kirin, ew jî laboratora navendî û radyolojî ne.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê di 2’yê Mijdarê de peymangeha tenduristiyê li kantona Şehbayê vekir, yekemîn peymangeha tenduristî di 25’ê Cotmehê de li Hesekê hat vekirin û 35 xwendekar hatin qebûlkirin.

DI QADA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ DE

20`ê Çileyê 900 xwendekarên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûnên werza yekemîn a sala 2020-2021`ê li 4 hezar û 92 dibistanan pêk anîn.

28`ê Tîrmehê Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê beşên çandinî, pîşesazî û bazirganiyê li qada perwerdê zêde kirin.

5`ê Tebaxê Zanîngeha Kobanê 7 beşên nû vekir da îsal hîn zêdetir xwendekaran pêşwazî bike, ji wan Fakulteya Wêjeya Erebî ku 4 sal in, peymangeha Zanistên Perwerdê 2 sal e û ji van madeyan pêk tê Erdnîgarî, Mamostetiya Refê, Wêjeya Îngilîzî, her wiha peymangeha Zanistên Qanûnî û Îdarî, Peymangeha Tiqenî ku ji şaxê Kehreba û Mîkanîkê pêk tê û dê li Bendava Rojava (Tişrînê) were vekirin.

Peymangeha Tibê ku berî niha ji taqîgehekê pêk dihat, tê pêşxistin, niha beşên razanê (Texdîr) û hemşîre lê zêde bûn û di sala yekemîn de jî dê bi peymangeha Tiqenî re hevbeş be û di sala duyemîn de dê pisportî çêbibe.

17`ê Îlonê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk li Helebê ji bo 600 xwendekaran yekemîn dibistana ku meteryalên Rêveberiya Xweser lê dihat dayîn, vekir û hîn jî xwendekarên Ereb û Kurd navên xwe tomar dikin.

28`ê Cotmehê 640 xwendekar piştî 4 salan ji xwendinê ji zanîngeha Kobanê derçûn.

31`ê Cotmehê 581 xwendekar ji zanîngeha Rojava derçûn.

27`ê Mijdarê Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zanîngeha Şerq a Reqayê vekir.

SOTEMENÎ

Daîreya Sotemeniyê 1, 052, 884, 062 lître mazot ku dike derdora 4 milyon û 785 hezar û 836 berîmîl mazot ji bo xizmetê, nivîsgehên veguhestinê, pîşesazî û çandiniyê belav kir. Her wiha 19 hezar û 974 bermîl li 10 hezar û 271 malbatên şehîdan belav kir, 2 hezar û 845 bermîl mazot bê pere li dibistanan belav kir û 3 milyon û  991 hezar û 656 cereyên (top) gazê belav kir.

Ji bo her malbatekê 440 lître mazota germkirinê belav kir.

QADA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ

8`ê Cotmeha 2020`an Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê projeya ziwakirina garisê zer bi dawî kir. Projeyê di saetekê de 45 ton derdixist û 310 hezar dolar lê diçû. 16`ê Çileyê jî ziwakirina hilberînên cotkarên Reqayê bi dawî kir û miqdarê ku heta niha hatiye ziwakirin gihaşt 20 hezar ton, hezar û 170 kart gihaştin cotkaran û wan veguhestin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê. Di heman demê de rojane ji 600 heta 700 tonî ziwa dikir.

26`ê Çileyê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavdêriya Şîrketa Hesen yekemîn kargeha Zeytê vekir. Lêçûna kargeh 6 milyon bû û dê rojane 300 ton zeyt derxe.

14`ê Hezîranê Meclisa Sivîl a Reqayê li herêma Seba Kîlo ya gundewarê Dêrazorê yekemîn kargeha xwê vekir û rojane derdora 8 ton xwê derdixe. Kargeh 1`ê Nîsanê hate xebitandin û wekî yekemîn kargeh tê dîtin. Rûbera kargehê jî 4 donim e û hejmara karkerên lê dixebitin 20 e.

27`ê Hezîranê hejmareke bazirganan pêşangeha makîneyên pîşesaziyê û alavan vekir ku ji makîneyên taybet bi dagirtina baqil, şîr, zatir û şerbeta toz pêk tê, her wiha ji madeyên tibî û makîneyên taybet bi stampên destan û nîvotomatîk û otomatîk û alava derziya kişandina ba, alavên çêkirina şirûbên cemidî ku bi tevahî ji Çînê hatine.

19`ê Cotmehê endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê reşnivîsa projeya Qanûna Parastina Erdên Çandiniyê û Mizaxtkirinê wan mohr kir û qanûn bo hemû kesên muxalif danîn.

15`ê Mijdarê û piştî 3 sal di ser berxwedana Şehbayê re derbas bûn, her wiha ruxmî zor û zehmetiyên di demsalên havîn û zivistanê de dikişînin û rêxistinên qaşo bi kar û barên koçberan radibin, nebûn alîkar, bi armanca pêşîlêgirtina bêkariyê li kantonê yekemîn kargeha çêkirina soba hate vekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêjeya di navbera ji sedî 108-150 fonên xebatkarên Rêveberiya Xweser zêde kir.

ANHA