Rojnameya Ronahî

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist, plansaziya sala bê eşkere kir.

 

Civîn li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate lidarxistin, kesayetên ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Cîgirê Hevserokatyia Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê rewşa siyasî nirxand, îşaret bi destwerdanên navnetweyî di aloziya Sûriyê de kir û got: ” Ev dewlet naxwazin istiqrar li herêmê pêk were. Tiştên ku di demên dawî de rû dane, ji palên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan vê yekê nîşan dide.”

Ferhan Kobanê got, li hemberî van planan divê gelên herêmê hevgirtî bin.

Piştre, rewşa giştî ya saziyên girêdayî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê û xebatên wê hatin nirxandin. Di nirxandinan de îşaret bi kêmbûna avê û qutkirina ava çemê Firatê li ser herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve û bandorên wê hatin kirin.

PLANSAZÎ

Di civînê de plansaziya sala 2022’an hate eşkerekirin. Ji wan;  Projeya kolandina bîran ji bo dabînkirina ava vexwarinê were pêkanîn, danîna bernameyeke lêkolînkirina ava bîrên li gundê Qeremaxê, danîna bernameyek ji dabînkirina vê ji zêdetirî 35 gundên rojhilatê Kobanê heta gundên Girê Spî, her wiha projeya avakirina navenda paqijkirina bermayiyan li gundê Minas ê li rojavayê bajarê Kobanê were vekirin.

ANHA