Saziya kehrebeyê li navçeya Zirganê ya bakurê kantona Hesekê dest bi sererastkirina xetên kehrebeyê yên di topbarana artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê de xerab bûyîn, kir.
Li gorî çavdêrên tîma sererastkirinê, li taxên rojavayê navenda navçeyê 30% xetên kehrebeyê zirar dîtiye, her wiha stasyonên biçûk li hin gundan ji xzimetê derketine piştî ku navçe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 21 û 22’ê vê mehê de hatiye topbarankirin.
Saziyê kehrebeyê ya li navçeyê hewl dide ku toreyên kehrebeyê di demeke nêz de sererast bike.
ANHA