Rojnameya Ronahî

Dema Sûriye dikeve saleke nû

Zekî Bedran.

 

Sûriyê saleke din bi şûn xwe ve hişt. Salên bi xizanî, wêranî û mirinê hatîn ristin saleke nû bi ser wan ve bû. Dewleta tirkî sala 2021ê jî navber nedan dagîrkerî û êrişên xwe. Bi çeteyên li dora xwe kom kirîn bermayiyên DAIŞê û El Nusra vê salê jî berdan ser serê gel. Talan, işkence, destdirêî û zordarî bûn barçeyên jiyana rojane. Di hefteya dawî ya salê de jî dewleta tirkî bi balafiran êrişê Kobanê kir û mohra xwe li komkujiyeke nû da.

Rûsya, Tirkiye û Îran gelek caran li Astana tên cem hev. Civîna xwe ya dawiyê nû qedandin. Encama vê civînê ya herî berbiçav ew e ku di dijminiya Kurdan û dijberiya Rêveberiya Xweser de digihin hev. Qada hewayî ya Kobanê di binê kontrola Rûsya de ye. Eger Rûsya destûrê nede yan çavê xwe negire, wê dewleta tirkî çawa navenda Kobanê bombe bike? Jixwe ev ne bombekirina yekê ye. Eger êriş li erdê be dibe ku bêje êrişên li hemberî hev çêbûne. Lê ev balafir di destê Kurdan de nînin. Ji aliyekî ve bênavber êriş û komkujî dibin. Dewleta tirkî dibêje ezê li ber çavê dinyayê û herêmên di binê berpirsiyariya dewletên mezin de tişta bixwazim bikim.

Qaşo Amerîka û Rûsya li hev kirine ku li Sûriyê şer gurr nebe. Peyamên wisa didin dinyayê lêbelê zordestiya Tirkan li derveyî vê dihêlin. Kuştin û qirkirina Kurdan ji dewleta tirkî re serbest e. Rejima Sûriyê çi dike? Derbasbûne dewleta tirkî ya erdê Sûriyê, domandina dagîrkeriyê û kuştina welatiyan ji bo kesên li Şamê rûdinin tê çi wateyê? Nûnerên rejimê tişta ji wan re girîng destpêkê desthilatdariya wan e. Ewleyiya can û malê welatiyan ji bo wan ne girîng e. Halbiku li seranserê sînorê Sûriyê leşkerên Sûriyê bi cî bûne. Herêmên Xweser bi Rûsya re li ser sînor bi hev re tev digerin. Rûsya jî di van mijaran de berpirs e. Lê dema Tirk êriş dikin temaşe dikin û dengê xwe nakin. Têkiliya van êrişan bi Rûsya û rejimê re heye. Bi taybetî Rûsya gefên Tirkan bi kar tîne û dixwaze bi wî awayî Kurdan bixe binê nîrê rejimê. Rejim dixwaze herêmên xweser lewaz bibin û tevlîhev binin. Li devereke wiha ku gelek hesab û lîstikên cuda hene aştî, aramî û çareserî jî pêk nayên.

Gelê Sûriyê ji ber hişkiyê saleke zehmet derbas dike. Ambargoya aborî ya li ser rejimê rewşê girantir kir. Bilindbûna dolar bihabûn zêde kir. Rewşa jiyana gel her ku diçe xirabtir dibe. Lê rêveberiya Şamê rastiyan vedişêre. Çavkanî ji bo pêdiviyên gel bi kar nayên. Her tiştî bi hêzên derve ve girê didin. Jixwe rejim derbarê roxîna Sûriyê, belavbûna welet de xwe berpirs nabîne. Halbiku welat di binê rêveberiya wan de ket vê rewşê. Bêguman para hêzên derve jî tê de heye, lê eger li Sûriyê yekîtî û demokrasî hebûya hêzên derve wê nikaribûyan welat tevlîhev bikin. Li devarên rêveberiya yek partiyê, zordarî û qedexe lê hebin gel ji dewletê dûr dikevin. Girseyên mezin dibin dijberê dewletê. Dema serhildan û xwepêşandan dest pê dikin hin serî li çekan jî didin û hêzên derve jî destekê didin hina. Çawa ku dema Sûriye tevlîhev bû Tirkiyê di cî de sînorên xwe vekirin. Piştgiriya hêzên weke DAIŞ û El Nusra. Pişt re bixwe jî dest bi darîgkeriyê kir.

Sûriye dikeve saleke nû. Lê li ber çavan ti çareserî xuya nakin. Beşar Esed hilbijartin kir û diyar kir ku bi rêjeyeke pir bilind dîsa hatiye hilbijartin. Hilbijartinê hêvî û bawerî neda. Lewra bernameyeke rejimê ya aştî û demokrasiyê nîne. Dixebite ku bi desteka Îran û Rûsya li ser piyan bimîne û desthilatiya xwe xurt bike. Xurtkirina desthilatdariyê pirsgirêkên gel çareser nake, dagîrkeriyê naqedîne. Ji bo azadî û demokrasiyê gav nayên avêtin. Xêzkirina taboyeke reşbîn bêguman ne ras te, lê divê em ratiyan jî bêjin. Sala li pêşiya me jî wê saleke xizanî û pirsgirêkan be. Jixw zivistaneke zehmet heye. Tecrûbe û tiştên bûyîn nîşan dane ku çareserî bi demokrasî û yekîtiya gelan de ye. Modela Rêveberiya Xweser ronahiyê li Sûriyê belav dike. Gel dikarin di nava aştiyê de û bi hev re bijîn. Eger li ciyekî ziman, çand û bawerî bi awayekî azad bi hev re bin, ne xizanî wê dewlemendiyê b îne. Hiqûq, demokrasî û azadî afrêneriya mirovan derdixin meydanê. Berhem pir dibin û eger mirov li keda xwe xwedî derkevin, wê pêşiya dizî, bertîl û kurtêlxweriyê jî bê girtin.

Daxwaziya me ji bo gelên Sûriyê ew e ku sala nû paşrojeke baştir pêşkêşî wan bike. Ji bo ku gel ji bo jiyan û paşroja xwe biryarê bidn divê xwedîîrade bin. Ji bo wê jî divê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Gelên rêxistinkirî bin nakevin. Gelên Sûriyê berdêlên giran dan. Êşên giran kişandin. Ji bo ku ev dubare nebin divê gel dest li pêvajoyê werdin.