Rojnameya Ronahî

Xistina PKK ya “lîsteya terorê” kiryareke dermirovî ye

Jiyan Ebas-Qamişlo

Welatparêzê ji bajarê Qamişlo Rêber Gulo diyar kir ku PKK doza azadiya gelan dike û got, xistina PKK ya “lîsteya terorê” bêbextiyeke mezin e, divê gelê Kurd vê qebûl neke.

 

Bangên rewşenbîr, nivîskar û gelên cîhanê li ser derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji “lîsteya terorê” dewam dikin.

Derbarê mijarê de ji welatparêzên bajarê Qamişlo Rêber Gulo wiha axivî: “Dewletên serdest û yên herêmî bi vê bêbextiyê li hemberî PKKê ku demokrasî, edalet û wekheviyê ji gelan û tevahiya mirovan re dixwaze, sûcê mirovayiyê dikin.”

Rêber Gulo diyar kir ku sala 1985`an de PKK nas kiriye û wiha got: “Berî naskirina PKK`ê peywendiyên me bi gelek partiyên din yên kurdî re hebûn, tevî ku em wekî endamên wan partiyan bûn jî, me nizanîbû ka ew partî çi karî dikin.”

Rêber Gulo di mijara cudayiya navbera partiyên kurdî û PKK`ê de da zanîn ku gel li hemberî partiyên din bêbawer bû, lê bi naskirina PKK`ê rewş guherî û baweriya gel zêde bi PKK`ê hat. Gulo da zanîn ku gel ji dijmin pir ditirsiya û ji ber bîrdoziya wan partiyan ya lewaz, gel nedikarî baweriya xwe pê bîne, lê PKK`ê destpêkê bawerî da gel û îradeya wan xurt kir.

PKK doza azadiya gelan dike

Rêber Gulo diyar kir ku gel bi axaftin, xebat û exlaqê PKK`ê bawer kir û axaftina xwe wiha dewam kir: “PKK felsefeya azadiya gelan û demokrasiyê esas digire, em li ser vî esasî tevlî fikirê wê bûn. Me bi riya wê zanî ku divê em ji bo doza xwe bixebitin.”

Rêber Gulo bal kişand ser gotina bavê xwe û wiha got: “Ya ku li Kurdistanê xwedî derkeve û rizgar bike PKK ye, lewra jidil dixebite û xizmetê dike.”

Herwiha da xuyakirin ku rojbiroj baweriya wan bi PKK`ê zêdetir dibe, tevî ku bi hezaran ji PKK şehîd bûne, lê hîna jî di rizgarkirina Kurdistanê de bi îsrar in û bawerî û îradeya wan pir xurt e.”

Di nava tevgera azadiyê de jinan erkê xwe nas kir

Rêber Gulo bal kişand ser felsefeya Rêber Ocalan bi taybetî derbarê azadiya jinan de û wiha got: “Jinan di nava PKK`ê de roleke mezin lîst. Ji cîhanê re da diyarkirin ku jin dikarin di her warê civakê de bixebitin û erkên mezin bidin ser milên xwe.”

Rêber Abdullah Ocalan derbarê azadiya jinan de dibêje, `Heta têkoşîna azadiya jinan bi ser nekeve, wê têkoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê jî bi ser nekevin`.

Rêber Gulo diyar kir ku PKK`ê wek mizgîniya azadiyê dibînin û wiha domand: “Me di nava PKK`ê de azadiya xwe dît, felsefeya Rêber Ocalan ji me re mîna ronahiyekê ye, berî naskirina wê em di nava tariyê de bûn, PKK ji bo gelên Rojhilata Navî bû ronahî.”

Xistina PKK nava `lîsteya terorê` bêbextî ye`

Rêber Gulo diyar kir ku xistina PKK`ê ya “lîsteya terorê” kiryareke dermirovî ye, lewra PKK demokrasî, edalet û wekheviya tevayiya gelan esas digire.

Herwiha da zanîn ku dewletên PKK xistîn “lîsteya terorê” dixwazin tolê ji PKK`ê hilînin û di nava civakên azadîxwaz de reş bikin, lê nikarin bi vê vîna gelên azadîxwaz bişkînin.

Rêber Gulo di dawiya axaftina xwe de got, divê PKK`ê ji “lîsteya terorê” were derxistin û gelên azadîxwaz vê bêbextiyê qebûl nekin.