Rojnameya Ronahî

Destkeftiyên jinan yên sala 2021

Li bakur û rojhilatê Sûriyê jinan sala 2021’ê di qada siyasî, dîplomasî, aborî û rêxistinî de gelek destkeftî pêk anîn. Rêxistinên jinan asta çalakiyên xwe zêde kir da xwe bigihînin beşeke herî mezin ya jinan û destekê bidin wan ku maf û azadiya xwe bi dest bixin.

 

Di çaroveya bûyerên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê de, rola mezin ya jinan derket pêş. Ji bo rêgirtina li ber tundiyê û dîtina çareseriyan ji aloziya jinan re xebat hate meşandin. Li gorî daneyên cîhanî yên derbarê mafên mirovan de, her tim di radeya yekemîn de jin dibin hedef.

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jî ji bo parastina jinan, danasîna maf, dîrok û hêza jinan, her wiha ji bo hesabxwestina ji dagirkeriya Tirk ji ber sûcên wê yên li hemberî jinan, di heman demê de ji bo gihandina nameya jinan ji tevahî cîhanê re, xebateke bêhempa hate meşandin.

ABORÎ

Bi armanca destekayîna aboriya jinan, Komîteya Aborî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek proje pêk anîn.

1’ê Çile, civînên berfireh ji jinên koçber ên ji bajarê Serêkaniyê re hatin lidarxistin. Di çarçoveya van civînê de, 5 hezar û 800 donim zeviyên çandiniyê ji jinan re hate veqetandin da ku wekî kooperatîf projeyên çandina genim û ceh vekin. 78 jinên ji Serêkaniyê beşdarî vê projeyê bûn.

2’ê Çile, yekemîn car li kantona Hesekê kartol ji aliyê Komîteya Aborî ya Jinan a Hesekê ve hate çandin.

30’yê Gulanê, beşa jin a Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê kargeha Zozan a mast û penêr li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo vekir, ev kargeh a yekemîn li ser asta herêmê û ya duyemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

1’ê Hezîranê Weqfa Jinên Azad a Sûriyê nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir da ku rola jinan di aliyê fikirî û aborî de pêş bixe.

8’ê Mijdarê Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê yekemîn kargeha madeyên paqijiyê bi lêçûna 4 hezar dolar vekir.

DÎPLOMASÎ

22’yê Hezîranê, şandeyek ji herêma Katalonyayê serdana navenda Kongra Star a kantona Qamişlo kir. Şande ji parlamenterên Katalonyayê Lulia Regovat û Ruben Wagensbeeg, endama Meclisa bajarê Barcelona Laura Preez, endama Rêxistina Siyasî û Civakî Omnivm Montes, endamê Tevgera Edalet û Rûmeta Navneteweyî ya ji bo Penaberan Kifer Mikl û rojnamevan û derhênerê belgefîlmên li ser pirsgirêkên civakî Jon Kerlet pêk dihat.

29’ê Hezîranê, jinên Rojava yên li Almanyayê di kongreyekê de ku bi diruşma “Şoreşa Jin Misogeriya Jiyana Azad e” Rêxistina Kongra Star a Ewropa raghiand.

29’ê Hezîranê, Konferansa Damezrîner a Yekiya Jinên Êzizî yên Rojava li kantona Şehbayê hate lidarxistin, 300 jinên êzidî yên ji herêmên Cizîrê û Efrînê beşdarî konferansê bûn. Konferans bi diruşma “Bi Fikirê Neteweya Demokratîk Wê Jinên Êzidî Yên Rojava bi Serkevin” hate lidarxistin.

21’ê Îlonê, Şaredariya bajarê Lion ê Fransaziyê navê siyasetmedara Kurd û sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya berê Hevrîn Xelef li qadekê kir.

30’ê Mijdarê, şandeyek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vexwendineke fermî ya herêm û Şaredariya Duranco û rêxistina sivîl “Suargi” û bi armanca xurtkirina peywendiyên di navbera her du gelan de serdana herêma Baskê kir.

Di sala 2021’an Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê 12 jinên êzidî yên ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de hatinbûn revandin, ji Rêveberiya Kampa Holê wergirtin.

ÇALAKIYÊN RÊXISTINÎ

6’ê Çile Ajansa Nûçeyan a  Jinan “JINHA” dest bi weşanê kir.

17’ê Çile, Koordînasyona Kongra Star a Rojava, qonaxa duyemîn a pêngava  “Na ji dagirkirin û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” ragihand. Armanca pêngavê ew e ku balê bikişîne ser sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan.

5’ê Sibatê, bi biryarekê, Koordînasyona Jinan bû beşek ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku zemîneke gundaw ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ên di nava rêveberiyê de were danîn.

6’ê Adarê, jinên efganî, îranî, Kurd û Ereb kongreyeke bi rêya online li dar xistin.

25’ê Adarê, Kongra Star bi armanca rakirina tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan û banga eşkerekirina rewşa tenduristiya wî konê çalakiyê li parka Arî ya bajarê Qamişlo veda.

11’ê Nîsanê, Kongreya Yekemîn a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhlatê Sûriyê bi diruşma “Şoreşa jinê misogeriya civakeke azad û demokratîk e” hate lidarxistin, 21 endamên meclisê hatin hilbijartin, di nav de 7 jin endamên partiyên siyasî ne.

26`ê Gulanê Konferansa Duyemîn a Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Têkoşîna jina azad parastina nirxên şehîdan û garantiya Şoreşa Rojava ye” hate lidarxistin.

1`ê Hezîranê di kongreya yekemîn a damezirandinê de ku li Reqayê pêk hat, avakirina Kombûna Jinên Zenûbya hate ragihandin, her wiha rêveberiyek ji bo Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê hate hilbijartin ku bingeha hêvî û xwestekên jinên Sûriyê ye.

18`ê Hezîranê konferansa yekemîn a Weqfa Jinên Azad li Sûriyê hate lidarxistin.

XEBATÊN JINAN LI SER ASTA ÇANDÎ Û HUNERÎ

8’ê Çileyê navenda Jineolojî li kantona Şehbayê careke din hate vekirin. Navend ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê 3 salan hatibû girtin.

1`ê Adarê Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan hate orgenîzekirin.

3`yê Nîsanê Navenda Lêkolînên Jeolojiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hate vekirin.

25`ê Hezîranê Desteya Jinan a Herêma Cizîrê “Mala Parastina Zarokan” li taxa Mişêrfê ya Hesekê vekir da ku piştgiriya zarokan bikin.

5`ê Tebaxê Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê navenda Kezwan a Çanda Jinan vekir da ku jin di aliyê hunerî de bi pêş bikevin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê madeya Jeolojiyê piştî hinek guhartinan li meteryalên 2021-2022 zêde kir.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ji 1`ê Çileyê heta 30`ê Mijdarê 13 jin û 13 zarok hatine qetilkirin, 75 jin, 5 jinên temenbiçûk û zarokekî şîrmij hatin revandin.

Bi serkêşiya Rêxistina Lêkolînan û Mafên Jinan li Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiquqî û Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê 30`yê Çileyê li ser sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li kantona Efrîn a dagirkirî komxebata duyemîn li dar xist.

30`ê Çileyê li ser sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li kantona Efrîn a dagirkirî fourma duyemîn bi serkêşiya Rêxistina Lêkolînan û Mafên Jinan li Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiquqî û Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê li dar ket.

BERNAMEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN

Di Gulanê de Kongra Star û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li pêngava têkoşîna li dijî siyasetên qirkirina jinan bûn. Pêngav ji aliyê Rêxistina Jina Kurd ve hatibû orgenîzekirin û 47 rêxistinên jinan ên cîhanê û 181 çalakgerên jin tev li bûn.

30 û 31`ê Tîrmehê Kongreya Duyemîn a Jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnanê Beyrûtê hate lidarxistin. Di kongreyê de îşaret bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bakurê Afîkayê hate kirin ku di serî de jin bûne qurban.

30`ê Cotmehê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya mehane de, reşnivîsa rêziknameya Navenad Parastina Jinên li Ber Tundiyê ku ji 12 madeyan pêk dihat, mohr kir.

19`ê Mijdarê Konferansa Sêyemîn a Meclisa Jinên Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê li dar ket û bi gelek biryaran bi dawî bû.

20`ê Mijdarê Tevgerên Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê programa Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ragihand û heta 10`ê vê mehê dewam kir.

30`ê Mijdarê li herêma Cizîrê bi hezaran mêr daketin qadan û banga rakirina tundiya li ser jinan kir.

ANHA