Rojnameya Ronahî

Gelên herêmê wê li hemberî dagîrkeran têbikoşin

Jiyan Ebas- Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li dewletên garantor yên li herêmê û civaka navneteweyî kirin ku pêşiya êrişên dewleta tirkî yên li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bigirin.

 

Di berdewamiya şerê li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de dewleta tirkî ya dagîrker bi awayekî sîstematîk û di çarçoveya domandina şerê qirkirinê yê li dijî herêmê de, 25`ê Kanûnê bi balafireke bêmirov li rojhilatê Kobanê li taxa Şehîd Payman malek kir amanc. Di encamê de pênc sivîlan jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar in.

Ji rêveberiya Kongreya Star şaxê Qamişlo Rodîn Îsa, êrişên hovane yên dewleta tirkî yên ser herêmên ewle û bi taybetî ser sivîlên gundewarê Til Temir, Zirgan û bombebarana li bajarê Kobanê şermezar kirin û got, tevî peymanên rawestandina şer ji aliyê hêzên garantor ve, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên hovane didomîne.”

Rodîn Îsa da xuyakirin ku kesên di bombebaranê de dibin amanc sivîl in û got amûra hovîtiyê cudayiyê naxe navbera jin, zarok, sivîl û şervanan.

Rodîn Îsa di dawiyê axaftina xwe de bang li dewletên garantor yên li herêmê û civaka navneteweyî kir ku pêşiya êrişên dewleta tirkî yên li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bigirin.

Herwiha endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Hesen êrişên dewleta tirkî şermezar kirin û wiha got: “Ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta tirkî ya dagîrker gefên dagîrkirinê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê diwxe. Bi van gef û êrişan dixwaze xwe li bakurê Sûriyê bi cih bike û siyaseta xwe li ser vî bingehî dide meşandin. Rayedarên Tirk ji bo xewn û xeyalên dagîrkirinê bi şev û roj planan saz dikin. Dagîrkerî dixwaze ji krîzên Rojhilata Navî sûdê bigire û dagîrkirina xwe li herêmê fireh bike.”

Hêvîn da zanîn ku siyaseta dewleta tirkî ya faşîst ji her kesî re eşkere bûye û axftina xwe wiha domand: “Siyasta dewleta tirkî zelal e, Projeya Biratiya Gelan ya demokratîk û aştîxwaz, ya li ser bingehê wekhevî û edaleta civakî ava bûyî qet qebûl nake.”

Endama PYDê Hêvîn Hesen ji gelên herêmê xwest ku rêxistina xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e em hêza civakê bikin bingeh û li ser bingeh û çanda gelê berxwedêr li ber xwe bidin. Lewra ti dewlet wê gel neparêzin. Çavên dewletên faşîst li ser herêmên Rêveberiya Xweser e. Niha amadekariya ji bo berxwedana li hemberî êrişan di asteke bilind de ye. Peyama me ji bo cîhanê ev e; çawa bakur û rojhilatê Sûriyê bû sembola berxwedanê, ew berxwedan wê dewam bike û êriş têk biçin.”