Rojnameya Ronahî

Dayîkên şehîd û şervanan berxwedana gerîla silav kirin

Dayikên şehîd û şervanan berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagîrkeriya Tirkan silav kirin û gotin, her çendî dagîrker êrişên xwe zêde bikin jî wê nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibin.

 

Dayika Hemûdî yê ku di şerê li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser kantona Kobanê şehîd bû, Fîdan Hisên piştgiriya xwe bi berxwedana gerîla re anî ziman û got: “Em piştgiriya gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dikin. Bi hêza xwe em ê planên dagirkeriya Tirk têk bikin. Dewleta Tirk a dagirker çi bike wê nikaribe berxwedana hêzên me bişkîne, ji ber ku em mafdar in û Tirkiyê êrişî gel û hêzên me dike.”

Dayika şehîd Hemûdî îşaret pê kir ku rejîma Tirk a dagirker bi serkêşiya Erdogan bi çekên giran êrişî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got: “Lê wê nikaribe vîna gerîlayan bişkîne, serkeftin wê para gerîla be.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişên hewayî û bejahî li dijî gerîlayên azadiyê HPG û YJA-Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, di van êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di 6 mehan de 232 caran çekên kîmyewî bi kar anîne da ku van herêman dagir bike. Li hemberî van êrişan gerîlayên azadiyê berxwedaneke lehengî raber dikin.

‘EM DEV JI DOZA XWE BERNADIN’

Dayika gerîlayeke YJA-Star Cîhan Mistefa jî berxwedana gerîla silav kir û wiha got: “Em dayikên  gerîlayan bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin berxwedana gerîla. Em dibêjin an serkeftin an serkftin, berxwedan xeta me ye, tu kes nikare vê înkar bike ku dijmin gelek caran li pêşberî berxwedana gerîla paşde vekişiya.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya 19’ê Mijdarê, berxwedaa lehengî ya gerîlayan, artêşa Tirk a dagirker neçar kir ku ji herêma Werxelê û Tabûra Ereban vekişin.

Cîhan Mistefa bang li gelê Tirk kir ku bi siyasetên Erdogan neyên xapandin û li hemberî wan bisekinin û wiha domand: “Em dev ji doza xwe bernadin. Keça min mîna bi hezaran gerîlayan ji bo parastina gel li hemberî siyasetên Erdogan tê dikoşe. Ez piştgiriya gerîla dikim û ne poşman im ku keça min ev rê hilbijart. Ez rol û têkoşîna gerîlayan silav dikim.”

‘DAGîRKER NIKARIN RIHÊ BERXWEDANÊ TÊK BIBIN’

Dayika şervanên YPG û YPJ û xwişka gerîlayê şehîd Munzur û gerîlaya YJA-Star Berçem a ku sala 1999’an bi çekên kîmyewî li çiyayê Cûdî şehîd bûbû, Nûriya Hisên, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: “Xwîna şehîdên me vala li erdê naçe, em ne poşman in ku keç û xortên me ji bo doza kurdî xwe feda dikin.”

Nûriya Hisên her wiha got: “Erdogan dev ji siyasetên xwe yên hovane bernade, bi çekên kîmyewî êrişî hêzên em dike û îdia dike ku van çekan bi kar nayîne. Xwişka min di salên 90’î de bi çekên kîmyewî şehîd bû û hîna van çekan bi kar tînin. ”

Nûriya Hisên da zanîn ku her çiqas dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gerîla zêde bike, nikare berxwedana wan têk bibe, ji ber vê yekê çekên giran bi kar tîne.

Nûriya Hisên di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê heta dawiyê li ser vê xetê bimeşin, em ê destekê bidin gerîlayên li çiyayêên Kurdistanê û silavê xwe ji wan re dişînin.”

ANHA