Rojnameya Ronahî

Li zîndanan hiqûqa dijminatiyê

Farûk Sakik

 

Mêtîngeriya tirkî li zîndanan li hember Kurdan politîkayên taybet dimeşîne. Di dîrokê de zîndan her tim wek navenda tolgirtin, qirkirin û tunekirina Kurdan hatine bikaranîn. Bi îşkenceyên mezin dixwestin vê siyaseta xwe bibin serî. Di roja me ya îro de jî zîndanên dewleta Tirk ji bo girtiyên siyasî yên kurd bûne êşkencexane.

Di îstastîkên Konsêya Ewropa de li gor nifusê herî zêde li zîndanên Tirkiyê girtî henin. Giraniya van girtiyên siyasî jî ji ber doza Kurdistanê di girtîgehan de ne.

Dewleta Tirk gelek caran hiqûqa navnetewî û hiqûqa xwe binpê dike. Edalat û hiqûq ji bo wan 2 peyvên bê watene. Her tişt li ser sekna dijminatiyê hatiye honandin.

Di dîroka Kurdistanê de her ku serhildan pêkhatine em dibînin ku fînal li zîndanan bi darvekirina dawî buye.

Komara Kurdistanê bi darvekirina Qazî Muhamed, Serhildana Şêx Saîd bi darvekirina wî û Serhildana Dersim jî bi darvekirina Seyîd Riza bi dawî bû. Piştî van darvekirinan me dît ku careke din ev serhildan ji nû ve destpênekirin.

Ev mînak ji bo mêtîngeriya Tirk azmûnên serkeftî bûn. Dixwestin di hemû pêvajoyên berxwedana Kurdan de vê yekê bikar bînin. Dema ku serhildanan destpê dikir wan jî li zîndanan dest bi amadekariyan dikir.

Lê di serhildana PKKê de ev yek nebû. Ev taktîkên wan bi ser neketin. Piştî darbeya 12’ê Îlonê dest bi girtina çiqas pêşeng û kadroyên PKK’ê hebûn kirin. Li du şopa wan bûn. Dema ev kadro û welatparêzên nezî PKK’ê hatin girtin êdî qonaxek nû destpê kir. Digotin doza Kurdistanê di kesayeta van kesan de wê li zîndanan bi dawî bibe. Digotin ew siyaseta qirkirina Kurdan, ku bapîrên me dane destpêkirin, wê ev car bigihîje armanca xwe.

Lê, hin pêşengên PKK’ê yên wekî Mazlum Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Ferhat Kutay li hember van politîkayên mêtîngeriya Tirk dest bi berxwedaneke dîrokî kirin. Şehîd bûn jî lê bi tu awayî rê nedan ku faşîzm bi serkeve. Berovajî berxwedana wan bû sedem ku PKK rojek zû dest bi şerê çekdarî bike û heta roja me bîne.

Di roja me de ev mîrasa siyaseta li zîndanan ên dewleta Tirk AKP’ê girt ser xwe. Li Tirkiyê li ser hev girtîgeh hatin çêkirin û çiqas siyasetmedarên kurd hene li van girtîgehan tejî kirin. Her ku hejmara girtiyan zêde dibû, zîndanek nû jî lê dihat zêdekirin.

Îro bi sedhezaran girtiyên siyasî li zîndanên Tirkiyê de hene û ji vana sedî 90 ji ber doza Kurdistanê hatine girtin.

Di salên 90’î de yên dîl hatin girtin bi cezayên mezin li gorî hiqûqa xwe ya metîngeriyê di zindanan de ew ragirtin.

Dema ku di 2015’an de Faşîzma AKP’ê li dijî Kurdan ji nû ve şer da destpêkirin, çete û eskerên wan ber bi çiyayê Kurdistan, kontra û polîsên wan jî ber bi malên siyasetmedarên kurd ve ketin tevgerê.

Serî de HDP’ê, endam û rêveberên saziyên kurdan yên demokratik hemû di hedefa wan de bûn. Bê lêpirsn bi hiqûqa dijminatiyê dîl hatin girtin.

Îro li zîndanên dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî êrişeke bi pîlan di rojevê de ye. Li ser girtiyên siyasî û nexweş zilmeke zêde heye.

Tevî cezayê mêtingeriya Tirk li wan biriye qediyaye jî, bi hincetên cuda, înfazên wan bi awayekî kêfî tên şewitandin û nayên berdan.

Her roj agahiyên şahedeta girtiyan tê. Gelek caran sedemên van mirinan jî cûda tên nîşandan.

Her zîndanek veguherandina malên mirinê. Ev siyaseta dewleta Tirk ya li ser girtiyan li ber çave mirovahiyê pêk tê. Herkes bêdeng e. Welatên Ewropa û Amerika daxwazên rewa yên Kurdan nabîhîzin û pêşî li terora dewleta Tirk nagirin. Lê kurd û hêzên demokratîk, ji bo midaxeleyî vê pêvajoyê bikin pengaveke nû dane destpêkirin.