Rojnameya Ronahî

Rewşa çandiniyê û kêmbarîna baranê 

Darîn Silê/Qamişlo

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çavkaniya sereke çandinî ye. îsal weke par hê baran baş nebariyaye û erd ziwa ye. Derbarê mijarê de Hevserokê Rêveberiya Çandinî û sewalkariyê ya kantona Qamişlo Ebdilbaqî Mûsa da zanîn ku heta niha ti cudayî di navbera rewşa par û ya îsal de nîne. Çimkî hê baran baş nebariyaye.

 

Xweza û axa herêmê ji çandiniyê re baş e. Lê ji ber derengmayîna baranê û kêmbûna wê, li bakur û Rojhilatê Sûriyê çandinî dereng dimîne. Ev bandoreke neyînî li aboriya herêmê û cotkaran dike. Bi taybetî ziyan li cotkaran pir dibe, çimkî jêdera sereke ya ku debara xwe pê dikin çandinî ye.

Ebdilbaqî Mûsa got, eger baran baş nebare wê rewşa çandiniyê bi taybetî zeviyên bejî ber bi xerabiyê ve biçe û axaftina xwe wiha domand: “Sala çûyî çandinî bêberhem bû, saleke hişk û ziwa bû. Çimkî baran nehat, zevî tev hişk bûn û ji bilî çêreya sewalan ji tiştekî re nedibûn. Wê demê zirar li aboriya herêmê û çotkaran hat kirin. Ji bo ku îsal ev tişt dubare nebe, me heziriyên xwe kirine. Eger baran kêm be emê giraniyê bidin zeviyên avî û alîkariya cotkaran bikin. Niha cotkarê ku bixwaze bîrê bikole em jê re erê dikin, da ku pîvanên xwe mezintir bike û hê zêdetir zeviyên xwe av bide. Li gorî şert û mercên çandiniyê em derfetê didin çotkaran. Heta niha me destûr daye gelek çotkaran ku bîrên xwe bikolin. Jixwe saziya tov jî îsal pîvanên xwe firehtir kirine û li gorî peymana bi çotkaran re çêkirî tov dide wan. Berê pîvana tov 60% bû, Îsal 70% ye. Cotkarên ku peyman bi me re çêkirine, em alîkariya wan jî dikin hem ji aliyê tov hem jî ji aliyê mazotê ve. Heta niha jî mazot û semad li çotkaran tê belavkirin. Rewş heta niha baş tê meşandin tenê kirîzeke mazotê hebû ew jî hat çareserkirin.”

Ebdilbaqî behsa her du cureyên çandiniyê kir û wiha got: “Zeviyên bejî li ser barana demsala zivistanê ne û yên avî jî li ser ava bîran, bendav û çeman in. Lê îsal eger baran weke sala çûyî kêm be, wê zeviyên bejî bêsûd bin. Ji ber wê em zêde giraniyê didin çandiniya avî. Herwiha Rêveberiya Xweser alîkariyê dide cotkarên ku çandiniya avî dikin da ku ji zeviyên xwe sûdê bigirin.”

Ebdilbaqî Mûsa encama civînê wan ya salê anî ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Weke her sal civîna me ya çandiniyê hat lidarxistin. Tê de gelek pirsgirêkên çotkaran û çareseriyên wan hatin nîqaşkirin. Yek ji encamên civînê ew bû ku beşê çandiniyê bibe wezaretek bi serê xwe. Herwiha nîqaşa peydekirina dermanan, afirandina cureyên nû ji çandiniyê re û qanûna parastina erdan hat nîqaşkirin.”

Her sal di dema çandiniyê de cotkar dest bi karê xwe yê çandiniyê dikin û li hêviya hatina baranê dimînin. Cotkarê bi navê Mesûd Ridwan ku 20 sal in karê çandiniyê dike wiha axivî: “Îsal min 160 donim genim çandiye. Lê ji ber îsal baran pir direng ma, zeviyên me ziwa man. Pêwîst bû Rêveberî mazotê zû belav bike da me erdê xwe zû av bida. Derngmayîn û kêmbûna mazotê jî bandorê li çandiniyê dike. Eger mazot hebûya derngiya baranê ewqas zirar nedida çandiniyê. Dema mazot û semad di dema xwe de peyda be berhema çandiniyê jî wê baştir be û wê bandora baranê jî kêmtir be. Ji bo wê daxwaziya me ew e ku dema baran neyê mazot di dema xwe de bê belavkirin ku zevî bi giştî bêberhem nemînin.”