Rojnameya Ronahî

Hisên Ezam: Yê ku sûdê ji girtina deriyên sînor digire, dijminê kurdan e

Jiyan Ebas/Qamişlo

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam got, yê ku sûdê ji girtina deriyên sînor digire dijminê Kurdan e û yên ku rihê kurdewarî li gel wan hebe derî nagire.

 

Li deriyê sînor yê Sêmalka çalakiya dayîkên şehîdan û gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ya ji bo girtina cenazeyên gerîlayên 28’ê Tebaxê bi destê çekdarên PDK’ê şehîd bûyîn, di roja 84an de dewam dike. PDK li şûna ku bersiva banga malbatên şehîdan û gel bide, deriyên sînor yê Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka 19’ê Kanûnê di civîneke çapemeniyê de got, PDK’ê bi hinceta lidarxistina çalakiyan derî girtine.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam berxwedana dayîkên şehîdan û çalakvanên li deriyê Sêmalka silav kirin û wiha got: “Em dengê xwe tevlî dengê dayîkan dikin ku banga radestkirina cenazeyên şehîdên xwe dikin.”

Hisên Ezam bîr xist ku di qanûn, pîvan û exleqê şer de jî nabe ku aliyek cenazeyên aliyê din desteser bike û got, divê PDK li hemberî gelê Kurd rêzdar be.

‛Girtina derî kiryarekî ne exleqî ye’

Hisên li ser siyaseta PDK’ê ya girtina deriyê Pêşxabûr û El-Welîd wiha got: “Girtina deriyê Sêmalka ji hêla hikumeta herêma Kurdistanê ve kiryareke ne exleqî ye. Diviya ne bi vî rengî, bi diyalogan nakokî bên çareserkirin.”

Ezam diyar kir ku herêmên Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve dorpêçkirî ne û got,  derdora me bi newaleke guran hatiye dorpêçkirin, deriyên sînoran hemû girtî ne, dewleta tirkî ya dagîrker siyaseta gefan bi kar tîne û girtina derî zirarê dide gelê me.

Hisên got divê deriyê Sêmalka/Pêşxabûr bilez were vekirin û wiha dewam kir: “Ez bawer dikim ku kesê ruhê kurdewariyê li gel hebe deriyan nagire.”

‛Ev kiriyar dikevin xizmeta dijminên Kurdan’

Hevserokê MSDê Hisên Ezam da zanîn ku kiryarên PDK’ê di radeya yekê de dikevin xizmeta dijminê gelê Kurd û bandorê li têkiliyên kurdistanî dikin û wiha pê de çû: “Di demekê de ku gelê Kurd li hemberî êriş û gefên dijmin e, divê em li ser parastina rûmeta gelê xwe û çareserkirina nakokiyên heyî bi riya diyalogê nîqaşa bikin.”

Ezam got, yê sûdê ji girtina derî digire dijmin e û divê em Kurd rê li pêşiya dijminê xwe bigirin.

Hevserokê MSDê Hisên Ezam di dawiya axaftina xwe de got, deriyê sînor, deriyekî mirovî ye û xwediyê wateyeke neteweyî û kurdistanî ye. Lewra du parçeyên Kurdistanê bi hev re girê dide. Ji ber wê divê em parastina vê bikin.”