Rojnameya Ronahî

Pîrê Evînê (1940-2021)

Sîpan Şînda

 

Evînî xweş evînî

Tu li dar û beran didî dihelînî

Çire tu rojê evqasî devilken î

Ji şevê û pê de ji min re cerghelînî

Heçî evîn e ne karê herkesî ye, herkes nikare barê evînê hilgire. Evîn û evîndarî karê evîndara ye, karê fedakare ye, karê mêrbaşa ye. Evîn qitîska serê jiyaneke nû ye. Evîn hesteke ku dilê mirovî dikelîne, diteqîne, dibezîne, dilerizîne ye. Dilê bi evîn be, gul û nêrgiz, sosin û beybûn di têde şîn dibin, çem û kaniyên zelal jê diherikin. Ew dil dibe bax û bostan, dehl û rez û xelkê dikişîne xwe. Dilê bi evîn weke rojê û heyîvê geş e.

Belê, em ê îro behsa kesekî dilovan, mirovakî dil bi evîn, mirovekî bê evîn nekariye bijî bikin. Ji ber wê ji navê xwe daniye Pîrê Evînê. Dengbêjekî ji nava dilê Botan derketî, evîndarê stran û dengbêjiya Kurdî, mirovekî welatperwer, Pîrê Evînê. Ew î gelek mêrg û zozan çêrandine. Avên gelek kaniyên zelal vexwarîne. Navê wî Hacî Evdila Sezaî ye. Ew di sala 1940 ê de li Cizîra Botan li taxa Torê ji dayîk dibe. Ew kurê Seîd û Fehîmê ye. Bavê wî sefar bûye û ew ji di zarokatiya xwe de gelek caran bi bavê xwe re çûye zozanan û arî bavê xwe sefarî kiriye. Ew di ciwaniya xwe de diçe başûrê Kurdistanê li Dihokê li cem mal xalên xwe û li mala xalê xwe Mihemed Arifê Cizîrî û Hesenê Cizîrî nas dike. Piştî nas kirina wî ya bi wan re, ew gelek caran diçe Bexda li cem wan û him guhdarî Mihemed Arif û Hesen Cizîrî, Îsa Berwarî dike û him ji bi wan re stranan dibêje. Piştî demekê ew li Cizîrê weke sixiye dest bi kar dike. Lê belê ew ehlê keyfê û xweşiyê bûye. Ew ji başûr bigire hetanî serhedê li welêt hamûyê digere. Ji xwe ew ji malbateke dengbêj tê. Ji bavê wî bigire hetanî mamên wî û bapîrê wî hamû dengbêj bûne. Ew dibêje dema ez zarok bûm, ez bi mamê xwe re çûme gundê Kawîs Axa û wî û mamê min bi hev re stran gotine. Ewî li gelek dîwan û şahiyan de stran gotine. Bi taybetî li nava Cizîrê de çi şahiyên çêbiyan ew di têde bî. Ew û Fatû Korê li Cizîra Botan serkaniya keyf û şahiyê bûn û wan bi hev re gelek stran gotina. Ew di heman demê de hikayetbêj û mirovekî sohbetxweş bû. Ew aşiqê bêhna xweş û siwariya hespên kihêl bû. Li Cizîrê de dema dawetek çêdibî ew her tim li serê govendê bû.

Min bi rehmetî re gelek caran civatên xweş girtine û guhdariya dengê wî, jiyana wî û dengbêjiya kiriye. Bi rastî ji ew î jiyaneke xweş jiyaye. Ew î gelek stranên Kurdî yên klasîk bi destên xwe nivîsîbûn. Ew î ji min re gotibû ku strana Cîranê ya wî ye û behsa çawa gotiye ji kiribû. Ew î gelek serhatiyên xwe ji min re gotibûn, lê ez dixwazim hema behsa yekê bikim. Dema ew sixiyetiyê dike diçe gundê Silopya Ribehiyê. Li wêdê keçikekê dibîne û dilê wî dikeve wê. Pirs dike ku keça şêx e. Pişrê ew diçe mala şêx û keçikê ji wî dixwaze. Lê belê fesad diçin dibêjin şêx ev mirovekî ne oldare, tê çawa keça xwe bidî wî. Digot “min di heyata xwe de nimêj nedikirin, keyf û şahî li kûderê hebûya ez ji li wêdê bûm. Lê belê piştî min ew keçik dît ez çûm bûm nimêjker û min her tim li pey şêx nimêj dikir. Heta şêx nimêj xilas ji dikir lê belê min dîsa dewam dikir. Xelkê ji şêx re digot ev ê henê mirovekî ehlê keyfê ye. Lê min li şêx da bawerkirin û ew î keça xwe da min.”

Belê mamê Hecî, Pîrê Evînê, te jî ji nav me barkir û tu çûyî. Gora te biheşt be ew dengê te yê nerm û xweş wê her tim li ber guhê me be.

Ez Hacî Evdila Pîrê Evînê ji Cizîra Bota me,

Cîranê Melayê Cizîrî, nêzîkî Zîn û Memê Ala me

Ez pîr im, bê eyb û arî

Qedem êş, ji xeynî çavên tarî

Min mecal nema,

Bêhn bikin nêrgiz û rîhana bi şevên tarî