Rojnameya Ronahî

‘Rakirina destana Derwêşê Evdê ji meteryalên perwerdeyê yên başûrê Kurdistanê qirkirineke çandî ye’

Nivîskar û dîrokzanê Kurd Biradost Mîtanî got, “Kesên bi navê olê diaxivin û banga rakirina destana Derwêşê Evdê ji meteryalên perwerdeyê dikin, hewl didin çand û dîroka gelê Kurd qir bikin.”

 

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ragihand ku wê xwendina destana Derwêşê Evdê ji meteryalên perwerdeyê yên sala bê  rakirin û destan bi “Bêrêziya li hemberî ola islamê” wek eger nîşan da.

Yekgirtûya Îslamî di parlementoyê de derbarê gotina Derwêş ya “Ew jî ola îslamê dûr e” de daxwazî ji hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku lêborîn ji misilmanan bixwaze.

`DESTANA DERWÊŞÊ EVDÊ DESTANEYA PARASTINA REWA Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE`

Têkildarî mijarê nivîskar û dîrokzanê Kurd Biradost Mîtanî nerazîbûn nîşanî biryara hikumeta  başûrê Kurdistanê da û got, dîrok û çanda kurdî di ser hemû baweriyan re ye.

Têkildarî girîngiya destana Derwêşê Evdê ji bo gelê Kurd Biradost Mîtanî wiha axivî: “Destana Derwêşê Evdê temsîla hezkirina xak û berxwedanê dike, her wiha şoreşa rasteqîn temsîl dike. Çîroka wê ne tenê li ser hezkirina Derwêş ji Edûlê re ye. Di heman demê de hezkirina Derwêş ji xakê re ye. Derwêş şer kir da ku parastina rûmet û hebûna kurdan bike. Ew şer şoreşeke mezin bû. Destana Derwêşê Evdî destana parastina rewa û yekitiya kurdî ye. Wê destanê îsbat kir ku tu cûdahî di navbera kurdan de çi êzidî û çi misilman bin tune ye. Ew nûnertiya dîrokekê dike ku divê di nava nifşan de were parastin û nûnertiya çand û nasnameya neteweyî dike.”

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta başûrê Kurdistanê destana Derwêşê Evdî derbasî meteryalê perwerdeyê ya sala 2007 – 2008`an kir.

`BERIYA HER TIŞTÎ DÎROK Û ÇANDA GELÊ KURD HEYE`

Têkildarî biryara hikumeta Başûrê Kurdistanê Biradost Mîtanî ev tişt got: “Mixabin dema min biryara rakirina destanê ji meteryalên perwerdeyê yên Başûrê Kurdistanê bihîst ez pir êşiyam. Çawa dikarin dîroka têkoşerekî Kurd ku gihaşt astên şeref û rûmetê rakin. Ev şaştiyeke dîrokî mezin e ku derfetê nedin xwendekarên Kurd ku vî destana dîrokî bixwînin. Kesên ku bi navê ol diaxivin û banga rakirina vê destanê dikin mixabin ew ne welatparêz in û çarçoveya fikirên wan pir teng e. Ew dixwazin ku çanda gelê Kurd bi navê baweriyên olî, biguherînin.”

Mîtanî wiha domand: “Li Kurdistanê olî û baweriyên cûda hene, lê beriya her tiştî dîrok û çanda gelê Kurd heye. Divê mirov rêzê bide vê yekê, nexasim mijarên perwerdeyê ku dibistan bûne mijarên sereke û divê bandora fikireyên cûda li wan neyê kirin. Divê em parastina çanda xwe bikin, wê qir nekin. Ez hêvî dikim ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji biryarê paşde bikeve.”

`DIVÊ DESTAN DI DIBISTANÊN KURDISTANÊ DE WERE XWENDIN`

Biradost Mîtanî destnîşan kir ku bi dehan hunermendên li Kurdistanê li ser destanê strane, çîroka Derwêşê Evdî û Edûlê bûye hezkirina hemû kurdan û wiha pêde çû: “Her çiqas sîstemên desthilatdar xwestin ku kurdan di nava çandeke sexte de bihelînin, divê ev destan bibe sembola çanda kurdî û di dibistanên Rojava û Başûr de bê xwendin. Da ku kesayeteke neteweyî xwedî wêje û çanda kurdî ya rast were avakirin.”

`ÇI CÛDAYÎ HEYE KU DIJMINÊ ME ÊZÎDIYAN FÎZÎKÎ QIR DIKE Û HIKUMETA BAŞÛR DI ALIYÊ ÇANDÎ DE QIR DIKE!`

Biradost Mîtanî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê çand û hebûna êzidî werin parastin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya vê biryarê parçebûna di nava kurdan de zêde dike. Divê em zanibin ku qirkirina li dijî êzidiyan dûbare nebe. Çi cûdahî heye ku dijmin êzidiyan di aliyê fîzîkî de qir dike û hukemeta Başûrê Kurdistanê di aliyê çandî de qir dike.”

ANHA