Rojnameya Ronahî

Li Helebê pêşangeheke wêneyan

Yekîtiya Hunermendan ya Helebê bi navê ‘Çirûskên Şêwekariyê’ li Hola Galerî ya Seydo Reşo pêşangeheke wêneyan vekir.

 

Pêşangeha wêneyan bi armanca derxistina behreyên ciwanan hate lidarxistin. Pêşangeh li Hola Galerî Seydo Reşo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl û çandî beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de 75 tabloyên 15 wênesazan û hin berhemên destkariyê têne pêşandan.

Yek ji wênesazên ku beşdarî pêşangehê bûye Mêrvan Hebeş der barê pêşangehê de wiha axivî: “Armanca me ji lidarxistina pêşangehê ew e ku em rewşa heyî bi rêya wêneyan bi civakê bidin naskirin.”

Welatiya bi navê Amna Xidiro ku beşdarî vekirina pêşangehê bû, kêfxweşiya xwe diyar kir û got: “Em di van tabloyan de jin û xwezayê dibînin. Ev yek jî bi saya kesên ku ev wêne xêz kirine û karibûn peyama xwe bi rêya wan bidin û bi rêya tabloyên xwe banga parastina xweza û jinan dikin.”

Pêşangehê heta roja Înê dewam kir.

ANHA