Darîn Silê/Qamilo
Di her warê jiyanê de jin cih digire, bi taybetî di warê ragihandinê de rola xwe baş dilîze. Radyo Star FM jî yek ji saziyên bihêz e û bi keda jinê 15`ê Kanûna 2017`an hatiye damezirandin. Heta niha jî bi deng û rengê jinê rojane bernameyên xwe pêşkêşî civakê dike.
Endama Radyo Star FM Mîdya Silêman salvegera çaran ya damezrandina radyoyê di serî de Rêber Abdullah Ocalan li tevayiya jinan pîroz kir û wiha got: “Radyoya me taybet ya jinê ye. Em deh jin tê de kar û xebatê dikin. Armanca me ji vekirina vê radyoyê ew e ku em têkoşîn û berxwedana jinê heman demê êş û azarên wê ji civakê re ragihînin. Her kes dizane cihê ku em lê dijîn hişmendiya mêrê serdest lê heye. Ne li bakur û rojhilatê Sûriyê tenê li her devera cîhanê ev hişmendî heye. Lê ji ber ku şoreşek bi navê me hatiye avakirin êriş li ser me pirtir tên kirin. Tevî ku jin êş, işkence û zehmetiyan dibîne, her tim li ber xwe dide û kedê dide. Ev hişmendî ji 5 hezar salî ve heye. Vê hişmendiyê gelek êş û azar bi jinê dane kişandin. Lê bi şoreşa Rojava û fikir û felsefeya Rêbertiyê, ji bo jinê zemînek hat avakirin. Di vê şoreşê de ne jinên Kurd tenê yên Ereb û Sûryan jî bi saya vê şoreşê xwe bi rêxistin kirin û tevlî gelek kar û xebatan bûn. Em jî hin ji van jinan bûn ku me berî çar salan Radyo Star vekir. Radyo destpêkê şeş heyvan di weşana têstê de ma. Piştî wê 15`ê Kanûnê me dest bi weşana zindî kir. Wê demê weşan ji saet heftê sibehan heta heftê êvaran bû. Pişt re saetên weşanê zêde bûn û weşan bû heta dehê êvaran. Radyoya me destpêkê li ser asta du bajaran bû, lê niha li ser pêleya 105.3 û 104.8 li ser asta herêma Cizîrê weşanê dike.”
Mîdya Silêman behsa bernameyên Star FM kir û axaftina xwe wiha domand: “Niha nêzî 24 bernameyên me hene. Bernameya jin û jiyan, ya zarokan, pêşbirk, daxwaziya stiranan, rojeva jinê, siyasî, çandî, Nûbel ku ji aliyê YPJ ve tê çêkirin, ya şehîdan, ya birîndaran, nirxên şoreşê, bernameya gundê me û ya rojbaş hene. Ji bilî bernameyan hin caran dosya û nêrîn jî hene.”
Mîdya zehmetiyên ku bi wan re derbas dibin bi lêv kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em derbasî karê Radyoyê bûn, em ne pispor bûn, cara yekê bû me di ragihandinê de bi taybetî di Radyoyê de kar dikir. Ji ber wê me gelek zehmetî kişand. Zehmetiya herî biêş hişmendiya civakê bû; digotin jin çawa di radyoyê de heta êvaran kar dike. Lê bi demê re me ew zehmetî derbas kirin û êdî civak jî em nas kirine.”
Endama Radyo Star FM Mîdya Silêman axaftina xwe wiha qedand: “Hestên me yên kêfxweşiyê ne, çimkî wek jin em di nava vê şoreşê de bi taybetî di milê ragihandinê de cih digirin û dibin dengê jinên bakur û rojhilatê Sûriyê.”