Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojnamevanek: PDK bi DAIŞê rojeva Başûr diguherîne, şkestina xwe û Tirkiyê vedişêre

15/12/2021
in ROJEV
A A
Rojnamevanek: PDK bi DAIŞê rojeva Başûr diguherîne, şkestina xwe û Tirkiyê vedişêre
Share on FacebookShare on Twitter

Serbest Etê/Qamişlo

Hîwa Gulmihemedî got, DAIŞ kartek e û ji aliyê PDK, Tirkiyê û hin aliyên Iraqî ve tê bikaranîn. Eger ne wisa be çekên ji koalisyonê tên girtin li kû ne? Gotina pêşmergeyên PDKê ya “Ferman nîne em li dijî DAIŞê çek bi kar bînin” tê çi wateyê? Li hemberî gerîla çima fermana bikaranîna çek û danîna kemînan heye?

`PDK û Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe DAIŞ li herêmê bi cî kirin`

Têkildarî êrişên DAIŞê yên li Başûr rojnamevanê başûrî Hîwa Gulmihemedî ji me re axivî.

Hîwa Gulmihemedî diyar kir ku hebûn û êrişên çeteyên DAIŞê yên li çiyayê Qereçox, Hemrîn û Kerkûkê biguman in. Lewra piştî 2017an DAIŞê hêza xwe ji dest dabû û nikariya li ti deveran serî rake û êriş bike. Lê niha li van herêman bi serbestî tev digere û ev nirxandin kir: “Ya van gumanan xurt dike; ev herêm hem stratijya wê ya bazirganiyê heye, hem petrola wê pir e. Hêzên li Iraqê tev jî dixwazin lê desthilatdar bin. Ji ber wê guman namîne ku DAIŞ ji aliyê hin hêzan ve li vê herêmê hatiye bicîkirin. Jixwe PDK û Tirkiye xwedîrolên serke ne. Lewra DAIŞiyên piştî şerê Mûsil ji aliyên PDKê ve hatin girtin derbarê wan de ti agahî nînin. Gelek kes dibêjin PDKê berdane. Hin kes jî dibêjin li wan herêmên destnîşankirî bi cîh kirine. Ji ber wê diyar dibe ku DAIŞ kartek e û dema pêwîst be bi kar tînin.”

`Çima li dijî DAIŞ bi pêşmergeyên PDKê re fermana bikaranîna çek nîne lê li hemberî gerîla heye û kemînan datînin?`

Hîwa Gulmihemedî li ser Rola PDKê diyar kir ku endamên parlemanê, siyasetmedar û civaka Kurd vê pirsê dikin: Gelo çekên ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Wezareta Pêşmergeyan ve tên şandin li kû tên bikaranîn?` û axaftina xwe wiha domand: “PDKê ev çek li Herêmên Parastinê yên Medya bi cî kirine û li dijî gerîla bi kar tîne. Herwiha çima bi dehhezaran pêşmergeyên PDKê ji bo şerê li hemberî Kurdan amede ne û li hemberî çeperên gerîla bi cî dibin? Ku ev jî dibe sedem li herêmên DAIŞ lê valayiya ewlekariyê çêbe û sivîl di nava lepên çeteyan de bimînin? Jixwe ya PDKê riswa dike ew e ku di êrişên vê dawiyê de yên li ser gundên Qerçoxê ku hem gundî, hem pêşmergeyên xwepexş gotibûn pêşmergeyên PDKê dibêjin fermana bersivdayînê nîne. Çima li dijî DAIŞê fermana teqînê nîne, lê li hemberî gerîla û zarokên Kurdan fermana kemînan û teqînê heye?”

`Êrişên DAIŞ guhertina rojevê ne`

Rojnemvanê Başûr teqez kir ku aliyên di avakirina DAIŞê rol girtîn, niha wê ji bo veşartina şkstin û rûreşiya xwe bi kar tînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê dema nazik de bi zanebûn DAIŞê dixin tevgerê. Lewra PDK û Tirkiye ji ber siyasta xwe ketine rewşeke xerab. Êrişên dewleta tirkî ya dagêrker yên ser Başûr bi berxwedana gerîla hatin şkandin. Herwiha PDKê Başûr xistiye nava qeyrana siyasî, aborî û civakî û gendeliya wê bûye rojev. Li aliyê din xwepêşandan û koçberî hene û ji her milî ve PDK tê riswakirin. Lewra PDK û Tirkiye bi êrişên DAIŞê dixwazin civakê bixapînin û rojevê biguherînin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.