Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevserokê DBPê: Li Tirkiyê ji krîzan pirtir, helweşîna dewletê ketiye rojevê

15/12/2021
in ROJEV
A A
Hevserokê DBPê: Li Tirkiyê ji krîzan pirtir, helweşîna dewletê ketiye rojevê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Keskin Bayindir got, rejima AKP-MHP`ê dixwaze bi sûc, tinekirin û dagîrkeriyê desthilata xwe geş bike û li ser piyan bimîne. Lê li Tirkiyê ji krîza pirtir, hilweşîna dewletê ketiye rojevê. Çareserî û xelasbûna jê jî ne pêkan e. Li dijî van pirsgirêkên mezin, çareseriya bingehî ya ramanên Rêber Ocalan e.

Hevdîtina rojnameya me bi Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokatîk (DBP) Keskin Bayindir re wiha ye:

Li Tirkiyê rojbiroj krîz kûrtir dibin, sedem çi ne? 

Belê, hêlên krîzên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyê ji yên xuya dikin gelek girantir in. Bêguman, dema ku mirov krîzan bi girîngiya serdemî û siyasî-civakî binirxîne tişta ku niha em niha dibînin bi helweşînê tê nirxandin. Mirov dikare bibîne ku kodên siyasî yên komara Tirkiyê û sazkirina civakî ku tê xwestin civakê li serê ava bikin Tirkîtî dane pêş û hewl didin civakeke yekreng biafirînin. Rastiya dewlet-siyasetê ku tevayiya motîvasyon û dînamîka xwe li ser vî zemînî ava dike, ji van krîzan re bûye hêmana sereke. Herwiha li dijî dewlet-civakê bi sêgoşeya dewlet-bûrokrasî-siyasetê pergal tê avakirin. Di heman demê de seferberkirina tevayiya derfetan (hêza leşkerî, siyasî, çandî, civakî) ya li dijî berxwedana 100 salî ya Kurdan mirov dikare weke encama hişmendiya dewletî-Tirkîtiyê bibîne. Rastiya ‘konsepta şer û sûcan’ jî ku wek bersiva li hemberî lêgerîna siyasî, aborî, civakî-rêveberî ya gelê Kurd tê dayîn, dibe sedema sereke ya krîzên li Tirkiyê. Bi kîjan rêveberî welat bê birêvebirin ku bi hişmendiya şer, çewisandin û tinekirinê ya li dijî vîn û hêza çareserkirina pirsgirêka kurdî be, wê ne pêkan be Tirkiye ji krîzan xilas bike.

Digel krîzan zext û faşîzma rejima zêde dibe, armanc jê çi ye?

Li seranserê cîhanê pêvajoya çêbûna rejimên otorîter-faşîst, geşedan û berbelavbûna wan, li ser qelskirina bîreweriya demokrasiyê ya civakê û bêparnbûna wê ji sazûmaniyê ku van nirxên çandî mîsoger dike, ava dibe. Ji ber wê rejima AKP-MHPê her tim li ser şer, sûc û miliyetgiriyê xwe geş dike û dînamîkên dewletê li gorî wê, dîzayn dike. Îro ne li nava sînorên xwe tenê, bi heman karekterî li Rojhilata Navî, Qafqas, Balkanan jî tev digere û dixwaze hegemonyayeke emperyal ava bike. Ji ber wê îro li nava sînorên wê encamên bi krîz û kaos derketine. AKP-MHP herî baş ji vê rewşê fêm kiriye. Ji ber wê misogeriya desthilata xwe û hebûna dewletê di zêdekirina şer, tundî, zext û pergala mêtingeriyê de, dibînin. Rejima AKP-MHPê ku di polîtîkayên şer yên herêmê de ketiye nava çiravê û xitimiye, wek pêngava dawî jî hewl dide bi tevayiya hêza xwe sratejiya dagîrkerî û berbelavbûna li ser Kurdan û cografyaya Kurdsitanê bi rê ve bibe. Tevî hevkariya PDKê ku xencera xiyaneta sedsala 21ê ye, li ber berxwedana Kurdan li ber şkestina xwe ya mezin ya dîrokî ye. Jixwe bi berxwedana geşbûyî ya gelê Kurd û domdariya wê bidawîhatina vê rejîmê û hişmendiya wê, nêzîktir dibe.

Ne li Tirkiyê tenê, li seranserê Rojhilata Navî xetimîn heye. Bi nêrîna we çareseriya bingehî çi ye?

Her kes dizane ku riyek tenê heye ku mirov heq ji vê hilweşîn û kabûsan derkeve. Divê destpêkê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Rêber Ocalan li dijî hişmendiya qiyametê ya li Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navî bi çarçoveya heqîqeta dîrokî, sosyolojîk û siyasî pêşniyarên wî yên çareseriyê hene. Divê rê lê bê vekirin, raman û pêşniyarên çareseriyê pêk bên. Li Tirkiyê û Rojhilatra Navî, rêya sereke ya çareseriyan, çareserkirina pirgirêka kurdî bi ramanên Rêber Ocalan e. Lewra rêbazên derveyî vê tev hatine ceribandin lê bi ser neketine. Li dijî vê pirsgirêka mezin, çareseriya mezin ya Rêber Ocalan e. Kêmbûn yan jî zêdebûna nanê li ser sifreya civakê, kêmbûn yan jî zêdebûna bacan, bêkarî û bêhêvîbûn jî bi hev ve girêdayî ne. Bêguman wê têkoşîna me jî di çareseriya mezin de ango bi perspektîfên Rêber Ocalan bibe xwedîwate. Ji ber wê dem û serdema niha ji hêla şertûmercên dîrokî ve ew serdem e ku em herî zêde nêzîkî azadiyê ne. Ji ber wê li her deverê û ji her alî ve divê têkoşîna gel xurttir bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.