Xebata Konferansa 7. ya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamya bi dirûşma “Dema avakirina çanda neteweya demokratîk e” bi hilbijartina meclis û hevserokatiya tevgerê bi dawî bû.
Konferansa 7. ya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo bi beşdarbûna 200 delegeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên Heleb û Şamê dest pê kiribû.
Konferans du rojan li pey hev berdewam kir. Di roja yekemîn de dîwana konferansê hate avakirin û ji aliyê beşdaran ve axaftin hatin kirin û li ser xebatên tevgerê sînevîzyonek hat pêşandan, her wiha rapora rêxistinê hate xwendin û nîqaş li ser wê hate kirin.
Di roja duyemîn de, rêzikname hate nîqaşkirin û erêkirin. Piştre meclisa tevgerê ya ji 61 endamên mêr û jin pêk tê hate hilbijartin. Her wiha Ednan Îbrahîm Îbrahîm û Sûmeye Ehmed Mihemed ji bo hevserokatiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê hatin hilbijartin.
Konferans bi zêdeyî 80 biryaran bi dawî bû, ji wan biryaran:
1- Berpirsiyariya yekemîn a Tevgera Çanda Mezopotamyayê ew e ku fikir û felsefeya rêber Ocalan rêya çand, wêje û hunerê bo hemû gelan belav bike.
2- Li hemberî komploya navneteweyî û rûxandina rejîma împaratorî, divê hemû komîte û beşên teknîkî yên tevgera çanda Mezopotamyayê, têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan bixin mijara xwe ya sereke.
3- TEV-ÇAND, li dijî siyaseta tunekirina civakî û çandî ya modernîteya kapîtalîst û şêwaza jiyana wê, bi têgihaştina çanda modernîteya demokratîk û avakirina şêwaza jiyana wê, têkoşînê geş dike.
4- TEV-ÇAND bi zihniyeta modela demokratîk, hawîrdor û azadiya jinê bi xeta xwe ya çand û hunerî têkoşîna li dijî têgeha neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanistiyê pêş dixe.
5- Pêşxistina pîvanên erkên netewî di çand, wêje û hunera xwe de li hember her cure êrişên li dijî welat û gelan ji bo parastina nirxên çandî û dîrokî.
6- Vekirina studyoyên ji bo xebatên sînemayê.
7- Çêkirina belgefîlmekê li ser Efrînê.
8- Li ser şoreşa Rojava şanoyek bê çêkirin.
9- Çêkirina şanoyekê li ser şehîd Hevrîn Xelef.
10- Çêkirina pêşangeheke li ser cûreyên nivîsandina zimanê erebî.
ANHA