Rojnameya Ronahî

Selman Îbrahîm: Hunermend stûna parastina gelan in

Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamya Selman Îbrahîm got, huner dîroka gelan ji bişaftin û tinebûnê diparêzin.

Huner taybetmendiya ku pêkhateyan û gelan ji hev cuda dike. bi rêya şano, stran û govendê roleke sereke di parastina civakan de ji pişaftin û qirkirinê dilîze. Her wiha dîroka şoreşên ku di serdemên berê de lidar ketine, parast.

Gelê kurd bi rêya hunerê bûyer û êrişên ku di dîrokê de rastê hatinê rave kirin. Huner dîroka şoreşên gelê kurd bi rêya dengbêjî, stran û çîrok vedibêje. Ji ber wê dewletên desthilatdar her tim hewl dan gelê Kurd û çanda wî tune bikin.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de têkildarî hunerê wisa dibêje: ”Civaka Kurd ji ber parçebûna kûr, windakirina zihniyetê hem ji aliyê sazî hem ji aliyê wateyê bi trajediyeke dramtîk re rû bi rû maye. Em nikarin tenê civaka Kurd bi civakeke ji aliyê çandî ve hatiye qirkirin bi nav bikin.”

‘ÇAND Û HUNER BINGEHÊ NASANDINA ŞOREŞAN IN’

Têkildarî mijarê Endamê Tevgera Çand û Tevgera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-Çand) Selman Îbrahîm axivî û got: “Çand û huner roleke mezin di şoreşên cîhanê de lîst mîna şoreşa Fransayê ku bi stranên xwe yên navdar tê naskirin. Van stranan cîhan bi şoreşê da nasîn. Ji ber ku dizanîn bê xebatên çandî şoreşa wan bi ser nakeve.”

Selman Îbrahîm destnîşan kir ku şoreşa Kurdan ji şoreşên din cuda bû ji ber ku warê çandî tê de hatibû paşguhkirin û wiha domand: “Bi destpêkirina şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di salên 80`î de çarenûsa çand û hunera kurdî hat guhertin. Gelek stran û berhemên hunerî yên cuda hatin derxistin. Ev yek bi awayekî erênî bandor li şoreşê kir, ji aliyê çandî ve xurt kir û parast.”

Kurd bi girêdana xwe ya bi çand û hunera xwe ve tên nasîn. Ew hunerê wek nasnameya xwe ya resen dibînin. Tevî hemû hewldanên helandinê, lê stranên kurdî reseniya xwe parastin.

Îbrahîm îşaret bi destpêkirina berxwedana çandî ya Rojava kir û got: “Hemwextî têkoşîna ji bo parastina çanda Kurdan ji helandinê, gelek komên hunerî yên biçûk li Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin. Gelek stran hatin qeydkirin û di nava beşa ciwanan de belav bûn. Ev gav hişt ku çand û dîroka gelê Kurd ji siyasetên dewletên desthilatdar were parastin.”

Îbrahîm wiha domand: “Bi pêşketina tevgera kurdî re, kanalên telefizyonê yên kurdî hatin vekirin û stranên kurdî weşandin. Ji ber wê stranên kurdî di nava gelên Kurdistanê û cîhanê de bi awayekî berfireh belav bûn.”

‘ÇAND Û HUNER GELAN JI BIŞAFTINÊ DIPARÊZIN’

Li gorî Selman Îbrahîm piştî ku şoreşa kurdî ji aliyê çandî ve gelek destkeftî bidest xistin; avakirina tevgereke taybet ku têkildarî karûbarên çand û hunerê ye pêwîstî çêbû ku konferansek li dar keve. Ji ber wê di 2005`an de li Helebê Konferansa 1`emîn a Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bi armanca parastina çanda kurdî ji pişaftinê li dar ket.

Selman Îbrahîm piştrast kir ku têkoşîna tevgera çand û hunerê di wê demê de di çarçoeya xebatên biçûk  de berdewam kir ta ku şoreşa Rojava li dar ket û wiha dewam kir: “Bi destpêkirina şoreşê re, pêwîstî bi pêşxistina çand û hunera kurdî ji aliyê akademî ve hebû. Her wiha diviyabû têkiliyên derve werin pêşxistin da ku gelên cîhanê bi çanda gelên herêmê û hunera şoreşê bide nasandin. Li ser vê esasê, saziyên din ên têkildarî kar û barên çandî hatin vekirin mîna Saziya Sînameyê. Vê saziyê gelek belgefîlm li ser berxwedana Rojava çêkir.”

Derbarê xebatên din ên çandî de Selman Îbrahîm ev agahî dan: “Xebat di vî warî de berdewam in. Orkestra ji bo hînkirina zarokan hat vekirin. Komên govendê yên kurdî bi alîkariya hunermendên Kurd çi li Kurdistanê yan jî derve hatin avakirin. Li akademiya Şehîd Yekta Herekol ku beşek ji Komînên Çandî ye, ji bo fêrkirina lêdana amûrên mûzikê perwerde tên dayîn.”

Selman Îbrahîm bi bîr xist ku Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çanda hemû pêkhateyan hembêz dike û wiha berdewam kir: “Tevger armanc dike civakeke demokratîk a azad  ava bibe. Di saziyên çandî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek beş hene. Di nav de beşeke taybet a berhemdarkirina projeyên hunerî, siyasî û fikirî yên hemû pêkhateyan.”

Selman Îbrahîm ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Bi hevgirtina gelên herêmê re ku bûye neynika siyasî ya çareserkirina hemû pirsgirêkên di şoreşa Rojava de, siyasetên dewletên kapîtalîst bi bin xistin ku hewl didin projeya demokratîk tune bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê hevgirtinê gelek destkeftî bi dest xistin lewra dê bi hev re bijîn û destekeftiyên dîtir bi dest bixin. Di vî warî de gelek projeyên me hene.”

‘BÊ ÇAND Û HUNER DI ŞOREŞÊ DE DESTKEFTÎ NAYÊN BIDESTXISTIN’

Derbarê astengiy ku li pêşiya Tevgera Çand û Hunerê derdikevin de Selman Îbrahîm got: “Pirsgirêkên siyasî û nakokiyên navneteweyî li pêşiya karûxebatên me dibin astengî. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li hunermendan dike. Bi rêya proje û xebatên xwe yên hunerî em dixwazin cihanê bi hunera xwe bidin nasîn, ji ber wê em hewl didin xebatên xwe li ser kanalên telefizyonê yên cîhanê biweşînin. “

Girêdayî têkiliyên ku tevgerê danîne Selman Îbrahîm ev yek diyar kir: “Têkiliyên me bi hunermend û tevgerên çandî yên Kurd re li ser asta Kurdistanê û Ewropayê hene. Lê şertûmercên siyasî, sînor li pêşiya gelek projeyên me yên çandî dibin astengî. Di şoreşa Rojava de em hewl didin projeyên xwe ji bo parastina gelên Kurdistanê ji pişaftinê, bikin bingeh.”

Di dawiyê de Selman Îbrahîm daxuyand ku ew hewl didin hunermendan di aliyê fikrî û zîhniyetê de li ser asta akademîk pêş bixin. Her wiha pêwîstiya xwedîderketina hemû gelên herêmê li çand û dîroka xwe teqez kir.

ANHA