Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Qutkirina alîkariya navneteweyî ji ser herêmê êşa koçberan pirtir dike

Bi domandina girtina dergehê Til Koçer û qutkirina alîkariya mirovî re zehmetiyên koçberan pirtir dibin. Koçberên kampên bajarê Minbicê gotin, zivistanê ava baranê dikeve konên me û pêwîstiya me bi alîkariyê heye.

Azarên koçberên ku ji ber şer neçarî koçberiyê bûn û di kampan de dimînin bi taybet di demsala zivistanê de, zêde dibe. Kon wan ji hewa, baran û sermayê naparêze.

Li gundê Resem El-Exder ê 6 km rojhilatê bajarê bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa ku di 15`ê Adara 2017`an de ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ve hatiye avakirin, heye.

Di wê kampê de nêzî 651 malbatên koçberên (3 hezar û 820 kes) ji herêmên cûda yên Sûriyê hene.

GIRTINA DERGEHA TIL KOÇER REWŞÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZEHMETIR DIKE

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê veguhestina alîkariyan bi rêya sînor ji Sûriyê cara yekemîn di sala 2014`an de ragihand. Bakur û Rojhilatê Sûriyê para xwe ji alîkariyên ku ji koçber û penaberên li herêmê re dihatin bi rêya dergehê Til Koçer ê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de ye, werdigirt.

Lê vetoya rûsî – çînî derfet neda ku alîkariyên mirovî bi rêya dergehê Til Koçer ji beriya du salan ve û heta roja îro ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Di Tîrmeha borî de careke din dergeh hate girtin. Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê derfet da ku 6 mehan alîkariyên mirovî bi rêya dergehê Bab El-Hewa derbas bibin û di destpêka sala pêş de dê bidawî bibe. Ev yek dibe 6 mehên din were zêdekirin bêyî ku pêwîstî bi dengdayînê hebe.

Doza dergehan veguherî kaxezeke danûstandinê di navbera aliyên ku bandorê li qada Sûriyê dikin nexasim Amerîk – Rûsya û Tirkiyê, her wiha bû sedem ku rewşên mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin û gelek kamp têde hene, aloztir bibe.

Koçberê bi navê Ziyab El-Ziyab (60) ku ji bajarê Helebê ye û di kampa Resem El-Exder de ya li rojhilatê Minbicê bi cih bûye beriya çend salan ji ber ewlehiyê berê xwe da bajarê Minbicê.

Ziyab El-Ziyab wiha domand: “Em ji ber pirsgirêkên kenalîzasyonê û nexweşiyên ku belav dibin her wiha ji ber çopê zehmetiyan dibînin. Em bi xeteriyeke mezin re rûbirû ne.”

El-Ziyab wiha domand: “Lewazbûn di pêşkêşkirina pêwîstiyên zarokan de heye. Sobe di konan de tune ne. Zarok ji ber sermaya zivistanê nexweş dikevin.”

El-Ziyab diyar kir ku ew di konê ku wan ji sermaya zivistanê û germahiya havînê de naparêzin de, dijîn.

Tevî ku rêveberiya Minbicê xizmetên sereke bi buhayên kêm pêşkêş dike weke nan û gazê niha jî derfeta pêşkêşkirina sotemeniyê lêkolîn dike. Lê ji ber dorpêçê û qutkirina alîkariyên navneteweyî û nebûna rêxistinên navneteweyî de, derfetên wê têra hemû koçberan nake.

Koçbera bi navê Welîda El-Elî (47) ku ji Dêr Hafir a rojhilatê Helebê ye wiha axivî: “Beriya 5 salan ji ber şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ`ê de ez ji bajarê xwe koçber bûm û ji ber ewlehî û aramiyê me berê xwe da bajarê Minbicê.”

Welîda di axaftina xwe de behsa rewşên zehemt kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber barîna baranê av derbasî konê me bû û rewşa me zehmet e.”

Welîda diyar kir ku pêwîstiya zarokan bi pêdiviyên dibistanê, cilên demsala zivistanê heye û rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike. Li gorî Welîda pêwîstiya wan bi konên nû heye.

Di dawiyê de Welîda El-Elî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyên mirovî pêşkêş bike, kon û alavên germahiyê ji wan re peyda bike.

ANHA