Rojnameya Ronahî

Lîsteyeke “Terorê” ya Kurdan jî heye

Farûk Sakik

 

Piştî Komploya Navneteweyî Amerîka bi tenê 2 salan sebir kir. Dema dît li hember komployê Ocalan bi berxwedaneke mezin têdikoşe, serî li rêbazeke nû da.

 

Êrîşa 11’ê Îlona 2001’an di siyaseta Amerîka de hin guhertinên mezin çêkirin. Ji bo li hemû cîhanê hikum bikin ev êrîşa 11’ê Îlonê kir hincet û hin lîsteyên nû yên “terorê” çêkirin. Hin dijminên nû destnîşan kirin.

Di demeke wiha de dixwest ku li Rojhilata Navîn jî bi cîh bibe. Lê ew PKK ya ku xwestibû bi komployê tasfiye bike hê jî li heremê hikum dikir. Paradigmaya Ocalan li her deverê belav dibû. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê di lîsteya xwe ya terorê de, navê PKK jî bi cîh kir.

 

Sal derbas bûn piştî Amerîka, Yekîtiya Ewropayê jî  di 10’ê Sibata 2014’an de PKK’ê xist lîsteya “terorê”. Yekîtiya Ewropayê bi daxwaziya Tirkiyê PKK xistibû lîstê.

 

Di 1’ê Gulana 2014’an de rêveberên PKKê Murat Karayil û Duran Kalkan bi navbênkariya parêzeran serî li Dîwana Edaletê a Ewropa xistin û îtiraz kirin.

 

Di vê pêvajoyê de, dozgeriya Belçîkayê li gorî hişmendiya Tirkiyê tevgeriya û derbarê 36 siyasetvan û rojnamevanan de doz vekir. Doza Belçîka dest pê kir.

 

Piştî darizandinaên salan, dadgehê bal kişand ser têkoşîna PKK dimeşîne û biryar da ku, têkoşîna PKK’ê, ne mijara terorîzmê, berovajî têkoşîna çekdarî ye.

 

Dema ku ev doz dewam dikir, Dîwana Edaleta a Ewropa di 15 Mijdara 2018’an de di têkildarî tevgera azadiya Kurdistanê de biryareke ku encamên muhîm ên hiqûqû, siyasî tê de heye girt.

 

Dadgehê biryara ku di 2014’an de ji hêla Yekîtiya Ewropa derheqê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de hatibû girtin û PKK’ê xistibûn lîsteya “terorê “di cîh de nedît.

 

Lê çavê herkesî li doza Belçîka bû. Herî dawîn Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de biryar da. Dadgehê diyar kiribû ku PKK ‘hêzeke çekdarî ya ne dewletî ye’.

 

Li ser vê yekê di 28’ê Çile da rûniştina dozê li Dadgeha Bilind a Belçîkayê pêk hat. Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî biryara xwe ya dawî eşkere kir. Dadgehê biryara dadgeha Îstînafê ya “PKK ne rêxistineke terorîst e” erê kir.

 

Ev biryar biryara herî dawî û tu aliyek êdî nikare îtraz bike. Piştî biryarê êdî herkes li bendê bû ku  Yekitiya Ewrûpa PKK’ê ji lîsta terorê derxe. Du biryarên du dagehan hebû, lê wan di vê lîstê de israr dikirin.

Baş e çima dewletên Ewropa ewqas israr dikin ku PKK di lîstê de bimîne? Çima li gor biryarên dadgehên xwe tevnagerin? Çima bîatî daxwaz û xeletiyên dewleta Tirk dikin?

 

Bersivên van pirsan di israra komployê de veşartiye. Komplo hên jî bi dawî nebûye û negihiştiye hedefa xwe. Berjewendiyên dewletên Ewropayiyan yê li Tirkiyê hên jî dewam dikin. Li Rojhilata Navîn hê jî xet û xêzên sînoran zelal nebûne. Şerê cîhanê sêyemîn hênjî dewam dike.

 

Lê em derbasî eniya Kurdan bibin. Hin pirs jî ji bo Kurdan; Çima navber didin têkoşîna li dijî Lîsta “Terorê”? Çima jibîrdikin bingeha her tiştî ev lîsteyê? Çima ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên diha zêde bi bandor pêknaynin? Çima têkoşîna li dijî komployê di qada navnetewî de xûrtir nakin?

 

Dive Kurd û dostên Kurdan di têkoşîna xwe de bi israr tiştek bikin. Biryarên dadgehên wan bibîra wan bixin. Û jî lîsteyek “terorê” ya Kurdan jî heye. Herkes dizanê di vê lîstê de kîjan dewlet û kesayet henin. Yên di Lîstêde navê wan derbas dibe nebi tenê li dijî kurdan li dijî hemû mirovahiyê sûc pêk anîne.