Rojnameya Ronahî

Zelîha Ozkul bi wêrekî û cesareta xwe bi ser ket

Cesareta Zelîha Ozkul bi xwe re serkeftin jî anî. Zelîhaya ku niha li Amedê dikana tantuniyan dide xebitandin (goştê hûr di sêlê de tê qewirandin û dixin nava nanê sêlê), da zanîn ku ji ber karê malê têkiliya wê ji derve qut bûbû û got, ez bang li jinan dikim û dibêjim li pey xeyalên xwe biçin û hûnê teqez bi ser bikevin.” 

 

Serkeftina jinan rê li ber jinên din vedike û ji hev cesaretê digirin. Cesareta ku belav dibe serkeftinê bi xwe re tîne. Yek jî wan Zelîha Ozkul (48) e û bi çêkirina tantuniyan debara xwe dike. Zelîhayê ku bi salan tenê bi karê malê re mijûl bûye niha jî dikana xwe ya tantuniyan vekiriye û cesaretê dide gelek jinên derdora xwe.

 

‘Min daxwaziya xwe anî cih’ 

 

Zelîha diyar kir ku berî mehekê dest bi karê tantuniyan kiriye û wiha behsa pêvajoya vekirina dikana xwe kir: “Ez her tim diçûm Mersînê û dihatim. Cîranekê min li wir karê tantuniyan dikir. Ez gelek caran diçûm ligel wê û min alikarî dida wê. Bi vî şikli hîni çêkirina tantuniyan bûm. Piştî ku hatim Amedê min biryar da ku ez vî karî bikim. Ji min re gotin temenê te mezin e, tu nikarî bi ser kevî. Lê belê ez li pey daxwaza xwe çûm. Ez ji çêkirina xwarinê gelek hez dikim. Xwarinên min ji aliyê gelek kesan ve tê acibandin. Min jî cihê tantuniyê vekir. Bêguman di destpêkê de zehmetiyê kişand. Lê niha hêdî hêdî karê min rûnişt û qasî ku ji destê min hat hewil didim ku debara xwe bikim. Lê belê ligel tantuniyê paça û şorbeya nîskê û taştê jî didim.”

 

‘Hertim hewldana min yên ji bo xebatê hebû’

 

Zelîhayê di axaftina xwe de bal kişand ser kar û barê malê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Lê belê ji ber karê malê û xwedîkirina zarokan min derfet nedit ku ez li derve bixebitim. Ez bi salan di hundirê malê de mam. Lê niha çend temenê min mezin be jî ez li derve me û karê derve re mijûl dibim. Ez gelek kêfxweş im û bi kelecan im. Gava xwarinên min ji aliyê muşteriyan tê ecibandin gelek kêfa min tê.”

 

‘Min xwest ji hundirê malê derkevim’

 

Di heman demê de gelek teybetmendiyên Zelîhayê jî heye ku pê bi mijûl dibe. Zelîhayê diyar kir ku derfetên wê yên ji bo xwendinê tune bûye loma tim xwestiye xwe ji aliyek ve pêş bixe. Zelîha, got: “Ez her tim di nav lêgerînê debûm. Min perwerdeya kuaforiyê jî girtibû. Ez gelek ji xêzikirina wêneyan dikim, ev tişt di dilê min ma ye. Min tim dixwest ez li ser dîwarên dikana wêneyan çêkim.”

 

‘Cesaret da derdora xwe’

 

Zelîhayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke jin hewil bide û bixwaze wê bi ser keve û got: “Min bi karê xwe cesaret û hêvî da derdora xwe. Gava mirov ji karê xwe hez dikir wê hertim bi serkeftîbe. Jinên ku di hundirê malê de dimînin tim aciz dibin û ji jiyana derveyî qût dibin. Gava min dest bi karê esnaftiyê kir, hay ji jiyana derve bûm. Bang li jinan dikim ku bila li pey xeyal û daxwazên xwe herin.”

 

JINHA