Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Ciwanên di Pêşbirka Şehîd Garzan de bi ser ketîn hatin xelatkirin

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê û Desteya Ciwanan û Werzişê ya herêma Efrînê, kesên di Pêşbirka 3. ya Şehîd Garzan ya Wêjeyî ya beşa ciwanan de bi ser ketîn xelat kirin. Şahiya xelatkirinê li Hola Şehîd Axîn Welat ya kantona Şehba hat lidarxistin.

Pêşbirka Şehîd Garzan ya Wêjeyî her sal li dar dikeve û ciwan bi berhemên xwe yên wêjeyî tev lê dibin. Ji van berheman kurteçîrok û çîrok, pexşan û helbest in. Li ser vê yekê komîteya amadekar di çarçoveya danasîna pêşbirk û şertên tevlêbûnê de, broşûr li sazî û dibistanan belav kirin.

Deriyê tomarkirinê ji bo tevlêbûna di pêşbirkê de ji 15’ê Îlonê heta 30’ê Cotmeha borî vekirîbû û tê de 17 ciwanên bi temenên 15 heta 28 salan de beşdar bûn.

Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê şahiya xelatkirina kesên di pêşbirkê de bi ser ketine, li Hola Şehîd Axîn Welat a çand û hunerê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan endamên yekitî û saziyên sivîl li holê kom bûn. Hola şahiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, alên Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn û Desteya Ciwan û Werzîşê hate ximilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn Ismet Hesen axivî û got şêniyên Efrînê bi pênûs û fikirê xwe yê azad li hember astengî û planên dagirkeriya Tirk û alîgirên wê disekinin.

Ismet Hesen ev li gotina xwe zêde kir: “Em ji yên êrişî me dikin û komkujiyan li dijî şêniyên me pêk tînin re dibêjin em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê bi rihê ciwantî li hember we bisekinin û Efrînê rizgar bikin.”

Dûvre hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Efrîn Avêsta Îbrahîm çend helbest bi zimanê erebî xwendin û tê de îşaret bi bedewiya Efrîn û xwezaya wê kir. Her wiha Mihemed Remedan jî helbestek bi zimanê kurdî xwend û tê de behsa êrişên artêşa Tirk ên li dijî Efrîn û komkujiyên li dijî welatiyan kir.

Paşê kesên di pêşbirkê de bi ser ketine axivîn û da zanîn ku ew ê xwe di yekitiya rewşenbîran de bi pêş bixin û pirtûkan çêkin.

Dûvre navên her heft kesên di berhemên xwe de bi ser ketine hatin xwendin, ji wan 4 bi zimanê kurdî û 3 bi zimanê erebî bûn. Di helebesta kurdî de; Sîdra Harûn, Hude Dada, Newroz Mihemed û Şervîn Şêxo. Di zimanê erebî de Ebdurehman Hemade asta yekemîn di nivîsandina helbestê de bi ser ket. Di pexşanê de Mêrvet Hemade asta yekemîn wergirt û Horî Çawîş asta duyemîn wergirt.

Tê payîn ku Yekitiya Rewşenbîran behreyên kesên bi ser ketine pêş bixe da ku pirtûk û kureçîrokan di pêşerojê de çêkin..

ANHA