Rojnameya Ronahî

Şandeya jinên Rojava bi parlamenterên herêma Baskê re hevdîtinek pêk anî

Li ser vexwendina fermî, şandeyeke jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo xurtkirina têkiliyên navbera her du gelan, serdana herêma Baskê kir û bi endamên parlamentoya Baskê re hevdîtinek pêk anîn.

Şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vexwendina fermî ya parlamentoya herêma Baskê, rêxistina ‘Suargi’ û Şaredariya Durangoko, serdana herêma Baskê kir.

Şandeya jinan ji hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen, endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star Menal Mihemed û endama Komîteya Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê pêk hat.

Şandeyê hevdîtinek bi endamên parlamentoya Baskê re; Laura Aznal, Arantxa Biurum, Blanca Requlez, Patricia Perales, Anihoa Aznarez pêk anîn. Endamên parlamento ji 4 partiyan bûn û wiha ne; Eh Bildu, Podemos, Partido Socialista û Gero Bail.

Di hevdîtinê de li ser rewşa heyî ya her du welatan hat nîqaşkirin, her wiha çawa mirov dikare alîkariya jinan û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, têkiliyan di navbera gelê Baskê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurt bike hatin nîqaşkirin.

Dê endamên parlamentoya Baskê di demeke nêz de daxuyaniyekê li ser encamnameyên hevdîtinê bidin.

ANHA