Rojnameya Ronahî

40 sal in dibêje ‘Berxwedan Jiyan e’

Fevziye Kolakan ya 71 salî ku temenê wê bi têkoşînê derbas bûye û her cara ku diweste dibêje “Berxwedan Jiyan e” û careke din dikeve ser riya xwe. Tevî nexweşî û westanê niha jî li dijî bêedaletiya li girtîgehan di Nobeda Edaletê de ye. 

 

Li Amedê Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin hat destpêkirin, di hefteya 3. de ye. Nobet bi pêşengiya dayikan didome. Çîroka dayikên di nobedê de wekî ya zarokên wan giran e. Yek ji van dayikan jî Gevziye Kolakan a 71 salî ye. Du zarokên Kolakanê girtî ne. Kurê wê Ahmet Kolakan ê 47 salî 28 sal in girtiye û kurê wê Mahsûn Kolana ê 28 salî jî 8 sal in girtiye. Kolakan ji bo bal bikişîne ser rewşa tenduristiya her du zarokên xwe di Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê de cih girtiye. Dayik Kolakan, ji bo hemû girtiyan doza edaletê dike.

 

‘Berxwedan jiyan e’

 

Kolakan, hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber nexweşînên xwe zehmtiyê dikişîne. Gava tê çalakiya nobedê bi zorê di nrêdevanan de dimeşe, lê ji ber ku bawerî pê aniye ku bêyî têkoşînê rojên xweş ne pêkan in tim dibêje “Berxwedan Jiyan e.” Kolakan ku albûma wêneyên zarokên wê yên girtî tim li cem wê ye, 30 sal in li ber zextên dewletê li ber xwe dide.

 

Kolakan, gava 10 salî bûye bavê wê jiyana xwe ji dest daye û xalanên wê dêya wê bi zorê dizewicînin. Kolakan, di zarokatiya xwe de zor û zehmtî kişandine. Roj hebûyê bêyî ku pêlavek wê jî hebe, bi nigê xwas şivantî kiriye, li nav erdan şixuliye. Ji ber xizaniyê xwişkek wê jiyana xwe ji dest daye û xwişkek wê jî dibe zirkeça malbateke din.

 

‘Xaniyê me xera kirin’

 

Kolakan, di 13 saliya xwe de bi kesekî 25 salan ji wê mezintir re tê zewicandin û 14 zarokên wê çêdibin. Di sala 1980’yî de Kolakan û malbata wê bi çewisandin û tahdeya dewletê re rû bi rû dimîne. Lewma ji gundê Sêdeqnê yê Farqînê koçî Bismilê dikin. Li Bismilê jî bi tahdeya esker û cerdevanan re rû bi rû dimînin.

 

Kolakan wiha behsa wan rojan kir: “Her roj davêtin ser mala me. Eskeran em gişan serdevkî dirêj dikin. Tew carekê kurê min ê herî biçûk xistin bin tekerê panzêrê û gotin, ‘ez serê vî q…. bieciqînim?’ Tu îşkence nema li min û zarokên min nekirin. Xaniyê me şewitandin, xera kirin, kirin qereqol.”

 

6 zarokên wê hatin girtin

 

Kolakan, ji ber tahdeyê ji Bismilê jî koçî navêeya Rezan a Amedê dike. Li Rezanê jî gelek caran davêjin ser mala wê û tahdeyê li wê û zarokên wê dikin. Ji ber van zextan û çewisandinan 6 zarokên wê tên girtin. Kurê wê Ahmet Kolakan 28 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T’yê de ye û kurê wê Mahsûn jî 8 sal in girtiye û niha di Girtşgeha Sêwregê de ye.

 

Kolakan, diyar kir ku ji bo her du zarokên xwe û girtiyên nexweş tevli nobedê bûye. Kolakan, destnîşan kir ku nêviyê umrê zarokên wê di girtîgehan de derbas bûye û tevahiya umrê wê jî li ber deriyê girtîgehan derbas bûye.

 

‘Gelo ez ê karibim zarokên xwe bibînim?’

 

Kolakan ku nexweşîna dil, çav û astimê pê re hene got: “Temenê min borî û ez nexweş im. Pûl di qelbê min de heye. Nizanim ez ê zarokên xwe bibînim an na? Gelo ez ê berê koç bikim an kurê min? Kurê min Ahmet jî nexweş e. Nexweşîna dil, bêxwînî pê re heye. Perçeyek ji mîdeya wî jê kirine û çavekî wî nebaş e.”

 

‘Ez ê li ber xwe bidim’

 

Kolakan ku got “Ez vê zilmê qebûl nakim” di dawiya axaftina xwe de got: “Ev nobed ji bo me bû hêvî û em ê ji niha û pê ve ji bo jiyaneke birûmet û xweş di nobedê de bin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Bila girtiyên nexweş hemû bên berdan. Ji salên 90’an heya niha gelek tahde li me hat kirin. Lê heya dilopek xwîn jî di laşê min de hebe ez ê vê zilmêq ebûl nekim û bitêkoşim. Heya sax bim ez ê ji bo berdana zarokên me bitêkoşim.”

 

MA