Rojnameya Ronahî

‘PKK tevgera gelên azadîxwaze û hêviya azadiyê ye’

Mihemed Xanim/Qamişlo

Mihsin Ewedelah: Ji her mirovê xwedîexlaq û xwedîwijdan tê xwestin ku piştgiriya PKK bike. Lewra ji bo tevayiya mirovayiyê berxwedanê dike.

Tevgera azadiya Kurdistanê PKK, di serdemekê de ku gelê Kurdistanê li ber tinebûnê bû, bi pêşengiya Rêber APO û çend hevalên wî derket holê. Gelê Kurd hêviya xwe ya azadiyê ji dest dabû û her ku diçû pirtir diket tariyê. Bi derketina tevgera APOYÎ re, rojbiroj ronahî çêbû û li cem gelê Kurd hêviya azadiyê xurttir bû. Di serî de ked û hewldana Rêber APO ku jiyana xwe tev da vê têkoşînê, xeteke azadiyê ya serbixwe ku êdî qet bin nakeve, afirand. Dewletên emperyalîst ji bo têkbirina vîna gelê Kurd û tavayiya gelên herêmê yên bindest û berjewendiyên xwe, sala 1997’an PKKê xistin lîstiya rêxistinên terorîst.

Li ser neheqiya dewletên serdest û emperyalîst û girîngiya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst, ji bo gelê Kurd û tavayiya mirovayiyî, nivîskar û çalakvanê misrî Mihsin Ewedelah ev nirxandin ji me re kir: “L Rojhilata Navî û cîhanê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yek ji tevgerên azadiyê yên herî girîng e. Berî her tiştî, pêwîst e mirov li hemberî keda Rêber APO rêzdar be. Di vê tevgera azadiyê de bi hezaran qehreman şehîd bûn. Erkekî  mirovayiyê ye wan bîr bîne. Lewra nirxên ava kirîn, ji bo mirovayiyê tevê ne.”

‘Bê PKK’ê pirsgirêka gelê Kurd çareser nabe’

Ewedelah da xuakirin ku bi xistina PKK’ê ya ‘lîsteya terorê’ dixwazin gelê Kurd bê tinekirin  û axaftina xwe wiha domand: “PKK tevgereke berxwedanê ye û ji bo parastina gelê Kurd ji hovîtiya dewleta tirkî derketiye holê. Eger PKK wek rêxistineke terorîst bê binavkirin, ev inkarkirina bi milyonan kesan e ku li dijî terora dewleta tirkî têdikoşin. PKK ji bo tevayiya gelên azadîxwaz berdêlan dide û li ser bingehê nirxên mirovayiyê projeyeke nû pêşkêş dike. Tevî bêdengiya civaka navneteweyî divê li hemberî vê pêkanîna neheq, gelên azdîxwaz bêdeng nemînin.”

Ewedalah bal kişand ser neheqiya xistina tevgera azadiyê ya lîsteya terorê û wiha got: “Dewletên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe û xweşkirina dilê Tirkiyê PKK xistine lîsteya terorê. Dewletên serdest ji mêj ve mafên gelê Kurd yên siyasî, civakî û çandî binpê dikin. Gelê Kurd tevî ku 40 sal in li çareseriyeke demokratîk û aştiyane digere, mexdûr dibe. Gelê Kurd di bazarên dîplomatîk yên li gel dewleta tîrkî ya faşîst de, her tim ji bo bendewariyên siyasî, berjewendiyên aborî û jeostratîjîk bûye qurban.”

‘PKK ji bo gelên azadîxwaz têdikoşe’

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Misrî Mihsin Ewedelah da zanîn ku bê tevgera azadiyê (PKK) pirsgirêka gelê Kurd nayê çareserkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi vî şerê li dijî PKK’ê çareserî ne pêkan e. Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2013’an de vîna çareseriya demokratîk û aştiyane careke din nîşan da. Di çarçoveya Peymana Cinêvê de PKK ti carî li dijî diyaloga ji bo çareseriyê derneketiye. Welatên Yekîtiya Ewropa berxwedana gelê Kurd wek terorîzmê dibînin û vî şerê ne rewa didomînin. Lê ev rewş wiha dewam nake. Lewra gelên cîhanê rastiya PKKê nas kirin û ev dewlet jî nikarin vê bêhiqûqiyê bidomînin.”