Darîn Silê/Qamişlo
Xerîp Hiso: Her ku dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe li ser gelê Kurd nû dike rastî têkoşîneke mezintir dibe û weke her carê têk diçe.
Êrişên dagîrkeriya tirkî li ser gelê kurd û Kurdistanê zêde bûne. Herî dawî jî, Erdogan bi gefan diranên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tûj kiriye.
Derbarê mijarê de hervserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso da zanîn ku gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrger ne tiştekî nû ne û axaftina xwe wiha domand: “Bi salane gefên dagîrkeriya tirkî li dijî îradeya gelê kurd tên kirin. Tirkiyê Rojane êrişên xwe bi ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de tîne. Ev jî sedema têkçûn û şikandina wê ye. Niha jî dewleta tirkî di nava astengiyan de jiyan dike. Ji ber kirîzên aborî, civakî, Siyasî û dîblomasî lawaz bûye. Di vir de baş xuya dike ku Tirkiyê aloziyeke mezin jiyan dike. Herwiha li bajarên ku soz dabû bi ser bikeve têk çû. Ji ber ku AKP û MHP nikarin aloziya Tirkiyê çareser bikin.”
`Her tim em yên serkeftî ne`
Xerîb Hiso diyar ku li ser asta cîhanê şerek li rojhilata navî heye, ev şer jî li ser axa Kurdistanê tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em û dewleta tirkî di nava şerekî pir mezin de ne. Rojane em têkoşînê li dijî zihniyeta dagîrkeriyê dikin. Tirkiyê tevayiya çek û teknîka pêşketî û gelek caran jî çekên qedexekirî jî bi kar tîne, da ku kurdan qir bike û tirsê bixe nava gel de. Lê ti caran ew bi ser neketiye, her tim em bûne yên serkeftî. Çend sal in dewleta tirkî êrişî me dike, lê di her êrişekê de ew têk diçe û hildiweşe. Her tim ev dawiya êrişên wê ne. Her ku tirkî li bajarekî kurdan têk diçe êrişên xwe zêdetir dike. Niha jî li benda şewqa keske. Eger Rûsya û Amerîka derfetê bidin, ew ê dest bi dagîrkeriyeke nû bike.”
Xerîb Hiso da xuyakirin ku qonaxa niha em tê de derbas dibin qonaxeke nû û germe û wiha domand: “Ev qonax bi tevayiya rêbazên xwe germe. Lê tevî ewqas êriş û dagîrkerî em ê bi sekin û îradeya xwe gihêjin asteke jor di pêvajoya çareseriyê de. Çimkî Rêveberiya Xweser bandora xwe li ser asta cîhanî çêkiriye. Ev saleke di ser pêngava Dem Dema Azadiyê ye derbas dibe. Ne gelê kurd tenê, tevayiya partî û pêkhateyên li herêmê piştgiriya vê pêngavê dikin. Ji bo wê jî pêvajoya me gelek germe û berpirsyartiya wê jî zêdetir dibe. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê pêngavê wê Rêber Apo ji zindanê azad bibe û PKKê jî ji lîsteya terorê derkeve. Ji bo wê jî Em çiqas ber bi asteke bilind ve diçin ewqas dijmin tengav dibe û hazirtiya êrişan dike.”
`Tiştê ku Tirkiyê tengav û lawaz kiriye îradeya gelê kurd e`
Xerîb hiso bal kişand ser têkçûna aboriya Tirkiyê û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Her ku diçe buhaya pereyên Tirkiyê li beranberî dolarê Amrîkî kêm dibe. Her yek dolar bûye beramberî 13 hezarên Tirkiyê. Ev ji bo wan kirîza aborî ye. Yê ku serkêşiya vê kirîzê dikin AKP û MHP ne. Helbet wê welatiyên Tirkiyê çalakiyan li dijî Erdogan li dar bixin. Ji ber ku berpirsê yêkem yê vê Aloziyê Erdogan bixwe ye. Ev encam fetisandina gel e û kirîza aborî û siyasî wê bibe roxandina wê ya herî mezin. Ne dewleta tirkî ya faşîst tinê wê vê kirîzê jiyan bike, kesê ku piştgiriya wê dike jî wê di vê kirîzê de derbas be, bi taybetî desthilata başûrê Kurdistanê. Ji bo wê jî dewleta tirkî di vê rewşa xwe ya niha de nikare tevger bike û tiştê ku ew tengav û lawaz kiriyê îradeya gelê kurd e.”
‘Dema mirov ber bi çareseriyê ve diçe siyasetên qirêj yên li dijî mirov zêde dibin’
Hevserokê Civaka Tevgera Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di dawiyê de bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku hişyar bin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ber bi çareseriyê ve diçin. Dema mirov ber bi çareseriyê ve diçe siyasetên qirêj yên li dijî mirov zêde dibin. Ji bo wê jî divê gelê me di nava têkoşînê de be. Ji xwe tiştê ku dijmin jê ditirse şerê gelê şoreşgerî ye. Ji ber ku Şerê gelê şoreşger bersiva herî xurte ji dijmin re ye.”