Rojnameya Ronahî

Ez we baş fêm dikim Kurdno

Sîpan Şînda


Di nivîsa hefteya borî de min gotibû ku “Ez we fêm nakim Kurdno”. Lêbelê vaye piştî hefteyekê min hûn fêm kirin! Gelo ev rast e ku min di nava hafteyekê de Kurd baş fêm kirin? Na, min jixwe ji berê ve ev rewş dizanî lêbelê dîsa ji min xwest ku ez di vî warî de bi taybetî siyasetmedarên Kurdan hişyar bikim. Ew rexneya min jî bi taybetî li ser Kurdên Bakur û Ewropa bû.

Ez nizanim ka we pirtûka nivîskarê Cezayîrî Franz Fanon ya bi navê “The Wretch of the Earth” ango “Rûreşên Gerdûnê” û pirtûka nivîskarê Brezîlî Paulo Freire ya bi navê “Pedagogy of the Oppressed” ango “Pedagojiya Bindestan/Perçiqiyan” xwendine yan na. Heke we ne xwendibin ez pêşniyar dikim ku hûn van her du pirtûkan jî bixwînin. Wê demê hûnê bibînin ku di eslê xwe de ev her du pirtûk rewşa Kurdan vedibêjin. Hûnê bêjin çawa? Rast e, yek ji Cezayîrê ye û ew qet nehatiye Kurdistanê. Ihtimaleke mezin wî çi Kurd jî nas nekirine û bi wan re hevaltî û dostanî ji nekiriye. Herwiha yê din jî ji Brezîlyayê ye û jixwe dibe ku wî navê Kurdan jî nebihîstibe. Lêbelê van her duyan jî qala rewşa kesên bindest, hatine perçiqandin û derûniya bindestiyê kirine. Ji ber wê dema mirov van pirtûkan dixwîne mirov dibêje qey ev hatine di nava Kurdan de jiyane û rewşa wan vegotine. Franz Fanon bi xwe psîkiyatr e û gelek kesên di binê bandora şer de mayîn tedawî kirine û ketiye kûrahiya derûniya wan. Di dema şerê têkoşîna Cezayîrê de gelek bûyerên xirab û qirêj dîtine û bandora wan ya li ser derûniya kesên di bin zilma mêtîngeran de mayîn dîtine.

Kurd, di nava van sed salan de ji “keseyatiya xwe” hatine dûrxistin, heta hatine qutkirin. Ew “bê kesayet” hatine hiştin û niha ji hinek ji wan li kesayetiya xwe digerin û hinek ji wan jixwe bi “kesayeta” pergalê dayî wan ve digirin. Ev yek ji aliyê netewekê ve tiştekî malxirabî ye. Ji kesayetê bûyîn, derûniya mirovî ji binî diguhere û mirovî di nava “bê aîdiyet”ê de dihêle. Pergal, ji bûna mejî û giyanê Kurdan bêxe di bin kontrola xwe de eve sed sal in dişixwile. Pergal ji baş dizane ku têk birina netewekê bi têk birina zimanê wê netewê pêk tê. Jiber wê, ji bûna vê yekê bike di warê derûnî de şerêkî pirr qirêj daye meşandin.

Bêkesayetbûn, ji bo netewekê xwekuştin e. Xwekuştineke welê ye ku xwekuj dike nake timam nabe. Xwîn ji laşî diherike, li ber kelaşê wî dipenge û ew ji di nava wê gola xwînê de digevize. Weke mirîşka serjêkirî diperpite. Jiber wê gelek Kurdên niha li kesayetiya xwe digerin ji di nava dudiliyekê de ne. Bi hestên xwe dibêjin em Kurd in, lê belê bi jiyana xwe, bi giyan û mejiyê xwe ji Kurdayetiyê dûrketine. Nikarin xwe bi kesayetiya pergalê ve ji girê bidin û xwe bi wê bigirin. Jiber ku kesayetiya pergal dide, kesayetiyek pirr qirêje. Mirovî ji mirovatiyê derdixe û dike xulam û xizmetkar. Gelo têkoşîna peydakirina kesayeta xwe bi kesayeteke din tê dayîn?