Rojnameya Ronahî

Bi şanoyekê banga xwedîderketina li mafên jinê hat kirin  

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Zora li ser Jinê de, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî li bajarokê Sinûnê yê Şingalê şanoyeke kolanan lidar xiste û bi riya şanoyê bang li civakê û raya giştî hat kirin ku li mafên jinê xwedî derkevin.

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku jinên Êzidî xwe rêxsitin kirin, salane ji bo 25’ê Mijdarê çalakiyên cûda cûda tên li darxistin.

Îsal jî bi heman armancê ev sê roj in li Şengalê çalakiyên jinan destpêkirine.

Di çarçoveya van çalakiyan de li cadeya sereke ya bajaroka Sinûnê ya Şengalê şanoyek ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hate organîzekirin.  Şano ji aliyê Koma Şano ya Navenda Çand û Hûnera Şengalê ve hate pêşkêşkirin. Têde nêzîkatiya civakê li himberî jinê, her wiha rola jinê di malbatê de ku çawa ji aliyê zilamên serdest ve wek amûrekî tê bikaranîn hate rexnekirin.

Her wiha di naveroka Şanoyê de rola jinê dinava civaka Êzidî de taybet ji di ola Êzdiyan de jin cihekî çawa  digire bi berfirehî balkişandin ser.

Herî dawî ji aliyê koma şano ve zilma li ser jinê tê kirin hate şermezarkirin  û banga yeketiyê li tevahiya jinên cîhanê hate kirin. Her wiha hat xwestin civak rê bide jinê daku xwe rêxsitin bike, rê li ber zilmê û xwekuştina jina bê girtin.

ROJNEWS