Rojnameya Ronahî

Li Kobanê şanoya “Girtîgeha Bavê min” hat pêşandan

Ji çalakiyên roja duduyan ya Mihrîcana Şano ya “Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye” de koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê şanoya “Girtîgeha Bavê Min ” pêşkêş kir.

 

Di mihrîcanê de şêniyên Kobanê, gelek siyasetmedarên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê amade bûn.

Di roja duduyan ya mihrîcanê de şanoya “Girtîgeha Bavê min ” hat pêşandan. Şano li ser kurekî ku di encamê qezayekê de kor bûye û bavê wî dixe girtîgehê diaxive. Bi şerê Sûriyê re wî kurî hevalên xwe winda kirin.

Çalakiyên mîhrîcanê heta 27’ê vê mehê berdewam in. Dê sibe endamên Çand û Hunerê ya Tebqa şanoya “Çinîna tasa serî” were pêşkêşkirin.

Arîn Mîrkan “Dîlara Kînc” 1992`an li kantona Efrînê ji dayik bûye û 2007`an tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye. Arîn Mîrkan 5`ê Cotmeha 2014`an li ser girê Miştenûrê yê li bajarê Kobanê li hemberî komên çeteyan çalakiyeke fedayî pêk anî. Mîhrîcan bi navê Arîn Mîrkan e.

ANHA