Rojnameya Ronahî

Mihrîcan Osman Sebrî bi xelatkirina nivîskarên çîrokên şoreşgerî qediya.

Navenda Nûçeyan

`Di warê siyasetê û leşkerî de min tiştek nizanîbû, lê piştî ku tevlî Hêzên Parastina Jinan bûm, min zanî ku azadiya min bi parastina gel û welat dest pê dike` Bi gotinên şehîd Barîn Kobanê çîroka` Darbesta Vala` dest pê dike.

BI HESTÊ ŞAHIDÊ BÛYERÊ ÇÎROKA ŞEHÎD HATIYE NIVÎSANDIN.

Gelek çîrok û nivîs li ser şehîd Barîn Kobanê hatine nivîsandin. Lê çîroka `Darbesta Vala` bi hestên nivîskarekî ku bûye şahidê bûyerê hatiye nivîsandin. Di çîrokê de şîrove dike ka çawa bi destê çeteyan Barîn şehîd dibe. Piştî ku şehîd dibe destdirêjiya li bedenê wê tê kirin şermezar dike. Diyar dike ku çawa li Erfînê şer derket, rojane koçber zêde dibin û bi dehan ji hêzên leşkerî şehîd dibin. Dibêje ev bûyerên şer, koçberî û şehadetê, xelkên Efrînê bi giştî dîtine û ji wan re pir êş e. Lê hestê ku tu radihêjî darbesta şehîdeke jin vala bi tenê wêneyê wê li ser darbestê be êşeke cuda ye û ne her kesî hîs kiriye. Dema ku dayîka Barîn ew darbesta vala hemêz dike û bavê wê ala berxwedan û têkoşînê hildide, nivîskar bi hestên xwe şêrove dike. Çîroka darbesta vala dibe çîroka nêzî rastiyê û wateya şehadetê

Ew nivîskar Selam Hisên e, ku sala sala 1988an li Efrînê ji dayîk dibe. Li Efrînê dixwîne û zanîngeha zimanê Erebî diqedîne. Di 25 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike û du romanan derdixe. Piştî şoreşa Rojava xwe fêrî zimanê Kurdî dike û dest bi nivîsandina çîrok û romanan bi zimanê Kurdî dike. Komeke wî ya çîrokan ji aliyê HRRKê ve hatiye çapkirin. Niha jî bi Kome çîroka bi navê `Darbesta Vala`  tevlî Mirîcana Osman Sebrî dibe, di asta yekê de bi ser dikeve û tê xelat kirin.

MIRÎCANA OSMAN SEBRÎ JI SALÊN DERBAS BÛYÎN BI AWAYEKÎ CUDA HAT LIDARXISTIN.

Desteya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê her sal mihrîcana Osman Sebrî li dar dixe. Mihrîcan 4 rojan dewam dike. Roja yekê diçin li ser gora apê Osman, 3 rojên din semîner, şano, pêşbirk û hwd tên pêşkêşkirin. Lê îsal bi awayekî cuda hat lidarxistin. Ji ber belavbûna korona mihrîcan rojekê bû. Herwiha ji ber derketina qedexeya çûnûhatinê û ji ber komkûjiya di derheqê malbata Gulo de, du caran hat paşxistin.

Bi diruşma `Şoreş giyanê wêjeyê ye` 20ê Mijdarê, li navenda Mihemed Şêxo mihrîcan hat lidarxistin. Di mihrîcanê de şano, sînevizyon hatin pêşkêşkirin û semîner, stiran, çîrok hatin gotin. Herwiha 11 nivîskar tevlî mihrîcanê bûn, di nava wan de 4 nivîskar bi ser ketin û desteya Çand û Huner ew xelat kirin. Ya balkêş di mihrîcanê de ew e, ku kesên nivîskar ji her aliyê Kurdistanê bûn û çîrok bi taybet yên leşkerî bûn. Herwiha komîteya nirxandinê nivîskarên pispor ji Kurdistanê, dewletên Ereb û Ewropa bûn.

Derbarê tevlî bûna mihrîcanê de Selam Hisên got, bi çîroka Darbesta Vala ez tevlî  mihrîcanê bûm. Komeçîroka min li gorî şert û mercên tevlîbûna mihrîcanê ji 13 çîrokan pêk tê. Bi giştî di warê wêjeya şoreşgerî de ye. Çîrokên ku min nivîsandî  çîroka şehîdan ne. Ez bixwe bûme şahidê şehadeta hevalan û bi hestên xwe min nivîsandiye.

Selam diyar kir ku, berî şoreşê nivîsandina kurdî xewnek bû dibêje, bi şoreşê re min xwe fêrî ziman kir. dema mirov temaşe dike ku mihrîcanên wiha tu bi zimanê dayîk dinivisîne, tevlî dibe û xelat werdigre pir pîroze. Nivîsandina bi kurdî ji xelatên cîhanê bi giştî ji min re girîngtire. Xwena fêrbûna zimanê dayîkê pêk hat.

Hêjayî gotinê ye ku 2 nivîskar di asta yekê de bi ser ketin. Yek bi zimanê kurdî û yek erebî. Herwiha yên di asta 2 û 3. de bi ser ketin yên bi zimanê erebî nivisandibûn.