Rojnameya Ronahî

Serkeftina Werxelê, têkçûna berdevkê Erdogan yê Kurd e jî

Dilyar Cizîrî

Ev 7 meh in dewleta tirkî ya dagîrker êrişî herêmên gêrîla yên li başûrê Kurdistanê dike û dixwaze herêmê dagîr bike. Ev 7 meh in jî berxwedaneke bêhempa ya gêrîlayên azadiyê tê kirin. Di encamê de tevî dewleta tirkî çekên kîmyayî jî di nav de her cure çekên giran û pêşketî yên di çarçoveya NATO de bi dest xistine, bi kar tîne di êrişa xwe de xetimiye û nema dikare gavan pêş ve biavêje.

Tişta vê têkçûna wan isbat dike jî vekişîna wan ya ji devera Werxelê û Tabûra Ereban e. Vê vekişînê, têkçûneke din li rêza têkçûnên wan zêde kir. Bi taybetî piştî têkçûna wan ya li Garê, berî wê li Heftenîn û her wekî din, nîşan dide ku Erdogan û artêşa xwe wê nikaribin li pêşberî berxwedana gelê Kurd û gêrîlayên wan li ber xwe bidin, bi wate ev serkeftina gelê Kurd nîşan dide.

Tişta balkêş ev têkçûna artêşa tirkî li Werxlê û Tabûra Ereban yên herêma Avaşîn hemwextî têkçûna aboriya dewleta tirkî pêk hatiye. Berî wê jî Erdogan piştî gelek hewldanan nikarîbû piştgiriya Rûsya yan Amarîka ya pêkanîna êrîşekê li ser Rojava bi dest bixe. Ev nayê wateya ku Erdgoan nema êrîşî herêmê dike.

Di nêrîna min de piştî têkçûna artêşa wî li Werxelê û Tabûra Ereban, ihtîmala ku Erdogan êriş bike, da ku rojeva têkçûna xwe ya aborî û ya leşkerî biguherîne, zêde bûye. Wiha jî zexta hundir li ser xwe kêm bike.

MESRÛR BERZANÎ ÇI DIKE

Di demeke wiha de ku Erdogan û artêşa wî tengav bûne, lê zêde bike jî ku Wezîrê Berevaniyê yê Dewleta Tirkan Hulûsî Akar dibêje cografyeke bi navê Kurdistanê ne li Tirkiyê û ne li devereke din nîne. Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê PDK’yî Mesrûr Barzanî daxuyaniyên sosret dide û li şûna Erdogan daxuyaniyan dide.

Daxuyaniyên Mesrûr Barzanî di Forma qaşo ji Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn ku êdî hemî cîhan dizane, dewleta Tirkan û destwerdana Erdgoan di gelek welatan ew binpê kiriye û nahêle bi tu awayî aştî pêk were. Birêz Barzanî bi ti awayekî behsa rola dewleta Tirkan nake, lêbelê idîa dike ku dewleta Tirkan dijminaiya gelê Kurd nake, ew tenê şerê PKK’ê dike.

Di heman demê de Barzanî ji Rêveberiya Xweser dixwaze têkiliya xwe ji PKK’ê qut bike, da ku têkiliya Rojava bi herêma Başûr re xirabtir nebe. Heger Barzanî bi rastî navnîşana Formê têgihiştibûya wê behsa rêrişên dewleta Tirkan û destwerdana wê di gelek welatên Rojhilata Navîn û piştgiriya wê ji komên radîkal, wekî DAIŞ û partiyên xeta Birayên Misilman anîba ziman.

Wê behsa êrîşên wan li dijî gelê Kurd kiriba. Lê mirov ji daxuyaniyên Mesrûr Barzanî fam dike, bi vê daxuyaniyê zextên li ser Erdogan û hikûmeta wî sivik dike, ji lewama bi zimanê Erdogan daxuyaniyên wiha dide. Ev jî xaleke din li piştgiriya PDK’ê ji artêşa Tirkan re zêde dike. Di nêrîna min de heger birêz Mesrûr Barzanî behsa daxuyaniya Hulûsî Akar ya Kurdistan tuneye, kiriba û behsa êrîşên dewleta Tirkan ên li dijî gelê Kurd li Bakur, Rojava, Başûr û deverên din kiriba, menê bigota xizmeta gelê Kurd dike. Lê dema çavên xwe ji daxuyaniya Akar digire, êrişên li ser Başûr û bikaranîna çekên kîmyawî nabîne, her wiha daxuyaniyên Erdogan ên sala 2017’an dema referanoma Başûr ku di encamê de Dilê Kurdistanê Kerkûk ji dest kurdan hate derxistin, jibîr dike. Ev ti gumanan tê de nahêle ku Mesrûrê PDK’yî tenê ji bo razîkirina Erdogan daxuyaniyan dide.

Ez jî di vir de ji Birêz Barzanî re dibêjim, Erdogan niha di rewşa têkçûyînê de ye, heger tu di van siyasetên xwe de dewam bikî, wê çarenûsa te jî ya Erdogan be. Na heger tu bi rastî li xwe hay bibe, teyî rewşa koçberên ji ber siysetên te koçber dibin û li sînorên Ewropa asê mane, çareser bike, tê têkiliyên xwe bi hikûmeta Erdogan re ku ji bo qirkirina gelê kurd her tiştî dike, qut bike. Tê têkiliyên xwe bi tevgerên kurd de saz bike.

Heger tu van gavan pêk tê karibe xwe ji xezeba dîrokê û gelê kurd xilas bike, na heger tu bi ya xwe de bi israr be, têyî hîn zêdetir winda bike.