Rojnameya Ronahî

HRRKê `şervanên ziman û dîroka kurdî` xelat kirin

Serbest Etê/Qamişlo

HRRKê, ked û xebata Salihê Heydo û Konê Reş ya di warê wêje, ziman û dîroka kurdî de bi Xelata HRRKê ya Afirandinê pîroz kir.

18ê Mijdarê li Qamişlo bi konfernseke rojnamevanî ya li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) piştî gotûbêjên berifireh Komîteya Kargêr ya Hevgirtinê `Xelata HRRKê Ya Afirandinê` ya salane pêşkêşî Salihê Heydo û Konê Reş kir.

Salihê Heydo û Konê Reş ku du nivîskar û lêkolînerên in û xwediyên ked û xebateke pir mezin in, di warê wêje, çand, ziman û dîroka kurdî de, ji aliyê HRRKê ve wek şervanên ziman û dîroka kurdî hatin binavkirin. Herwiha HRRKê tevî xelatê, ji bo keda wan ya berfirhkirina asoyê zaravayê kurmancî ji Salihê Heydo û Konê re hêviya serkeftinê xwest.

Çawa ku tê zanîn Salihê Heydo û Konê Reş du nivîskar û lêkolînerên çand, wêje û dîroka kurdî yên rojavayê Kurdistanê ne û xwediyên bi dehan pirtûk û berhemên wêjeyî û dîrokî ne.

Hêjayî gotinê ye ku `Xelata HRRKê Ya Afirandinê` ya salane ji 2016an ve dest pê kiriye û heta niha didome. Ev xelata çaran e ku pêşkêşî afirîner û xebatkarên wêje û çanda kurdî li Rojava dibe. Xelata HRRKê ji mertal û 1000 dolarê Amerêkî pêk tê.