Rojnameya Ronahî

Hunermendê Loristanî Secad koça dawî kir

Hunermendê navdarê Loristanê Secad Rezimçûyî ji ber şewata mala xwe jiyana xwe ji dest da.

Mala  Hunermendê navdarê Loristanê Secad Rezimçûyî roja Îna borî ji ber gazê şewitîbû û ew bi xwe jî birîndar bibû, piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Secad Rezimçûyî ji sedê 80 şewitîbû, piştî ku rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest da.

Rezimçûyî bi merasîmeke mezin cenazeyê wî hate veşartin. Malbat û hevrêyên jî jî di nav de gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Hunermendê navdarê Loristanê Secad Rezimçûyî di sala 1980’an de li herema Yasucî ya Nur Ebad ji dayik bibû. Ji sala 1992’yan ve bi awayek zanistî dest bi karê hunerî kirîbû û xwedî gelek berhaman bû.

ROJNEWS