Rojnameya Ronahî

Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî

MED-DER û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle ji bo zarokan şahî li dar xistin û bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî. 

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, di çarçoveya kampanya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdehî bê dayîn de li taxa Abdal Dede ya navçeya Sûrê ya Amedê şahiya zarokan li dar xistin. Di şahiyê de resm hatin xêzkirin û serçavên zarokan hatin boyaxkirin. Bi armanca xwedî derketina li zimanê zikmakî alfabeya kurdî li depê hat nivîsandin û fêrî zarokan hat kirin.

Di şahiyê de bi erbanan re kilam hatin gotin û goven hatin gerandin. Zarokan di şahiyê de têra dilê xwe kêf kirin.

Piştre pirtûka Destpêka Kurdî, pirtûka boyaxê û tîma boyaxê li zarokan hatin belavkirin û şahî hat bidawîkirin.

MA