Rojnameya Ronahî

Mewal rêbazek e ji bo parastina çand û dîrokê

Bi salan e Kurdan bûyer û efsaneyên rojên xwe yên bi riya mewala ku rastiya hatiye jiyayî bi kurtî vedibêje, bi van mewalan hestên xemgînî û şahiyê anîne ziman her wiha hestên derdora xwe derxistine holê.

Tevî hemû hewldanên dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê û tunekirin û înkara çand û mîrateya Kurdan a bi hezaran salan, bi saya hebûna jinan bi stranên folklorî û mewalan hatiye parastin.

Mewal û stranên folklorî yên Kurdî xwedî dîrokek kevin û dirêj in ku nifş bi nifş hatine parastin. Di her maleke Kurdan de dayikek heye ku êş û azara xwe dike tablo û pê sebra xwe tîne. Xwediyên mewalan ku dibin hunermendên zanistê dikaribûn parastina bûyerên civakî bikin. Ji ber vê yekê bi her pêşveçûnek nû re û di encama lihevhatina nifşan de, xuya bû ku kevneşopiyên kevnar bi wêjeya devkî ve girêdayî bûn.

Mewal cureyekî taybet e ji bo hunerê. Mirov nikare bibêje ew tenê hunereke muzîkê ye, ji ber ku tenê di warê muzîkê de hebûnan çênake, di şano û wêjeya Kurdî û çandî de çavkaniya sereke ye.

Mewal li gorî her kesê cuda ye, li derdorê roleke mezin dilîze. Mewal bi awayekî biçûk diguhere ji ber ku nayê nivîsandin û bi derbasbûna demê re dibe ku bi tevahî were guhertin. Jinên ku di vegotina çîrokan de afrîner in di malên xwe de û di dema kar de mewalan dibêjin, wan dikaribûn parastina vê çanda bi nirx bikira.

Li kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piraniya jinên temenê wan ji çil salî mezintir di rûniştin, çalakî û şavbuhêrkên xwe de mewalan dibêjin yek ji wan jî Xedîca Alo ye. Jina ku bi mewalê re dilşewat e û bi tenê rûniştiye jî dengê wê di gelek şahiyan de û mewalên cihê de deng vedide.

Xedîca dibêje ku ew yek ji wan jinan e ku ji mewalan hez dike û  mîrat û çanda xwe diparêze, ji zarokatiya xwe ve wê mewal gotine, bi riya wan re êş û azarên xwe tîne ziman.

Êvaran bi pîrejinan re diciviyan û hînî gotina mewalan dibûn

Xedîce Alo ya 64 salî ji gundê Minazê yê kantona Kobanê ye, ji biçûkatiya xwe de dema ku endamên malbatê bi pîrejinan re diciviyan û di êvarên dirêj de piştî rojek dijwar a li gund, fêrî strandina mewalan dibûn. Xedîca got: “Min li mewalê ku li meclisan dihatin gotin guhdarî dikir û ap û xalê min li gund bi stranên mewal navdar bûn. Her wiha jinên gund li hev kom dibûn û dest bi vegotina çîrokên wêrekî û evîniyên ku di wê demê de navdar bûn dikirin. Ji bilî stranan mewalên ku çîrokên realîst û destanên qehremaniyê yên li herêmê qewimîne digotin.”

Xedîca jiyana ku wê demê li gund di nava jinan de derbas dikir wiha anî ziman û got: “Em serê sibê zû radibûn û me berê xwe dida deşt û zeviyan û em diçûn karê xwe û me pez diçêrandin. Em li hev kom dibûn û me nanê tenûrê çêdikir paşê me dest bi mewalên dirêj û balkêş dikir.”

Tevî dûrbûna her kesê ji mîrate û girêdana wan bi teknolojiya nûjen re wekî televîzyon û telefonên zîrek, Xedîca azwariya xwe ya ji bo stranan winda nekir û wiha got: “Dema ez ciwan bûm min van mewalan ji jinên gund û hevalên xwe re timî digot. Dema ku em li hev kom dibûn ji min dixwestin ku ez stranan bibêjim û em bi saetan wisa diman, heya xwişk û birayên min ên ku ji ber şer koçber bûne, bi telefonê ji min dixwestin ku ji wan re mewalan bibêjim.

Bi gotina mewalan hestên civakî, exlaqî û niştimanî tîne ziman

Gelek mewalan bi dengekî şîrîn û nazik dibêje ku asta êşên wê yên jiyanê nîşan dide, li ser qehremaniya şervanên di şerê Kobanê de û dûrketina di dema koçberbûna ji gundê xwe de, hestên civakî, exlaqî û niştimanî di her mirovî de geş dike.

Her wiha dibêje ku navûdengê stranên mewal di nav gelê Kurd de nîşan dide ku ew neheqî û zulm û zordariya wan bi salan ji aliyê rejîmên desthilatdar û dagirker ên her çar parçeyên Kurdistanê ve hatiye kirin. Heya roja me ya îro jî em êş û azaran dikşînin û ji ber vê yekê em çand û nasnameya xwe bi çend awayan diparêzin, di nav wan de mewal jî heye.

Xedîce Alo di dawaiya axaftina xwe de got: “Divê em çand û dîroka xwe ya Kurd biparêzin, xaka xwe neterikînin û nehêlin her wiha çanda xwe belav bikin, piştgiriyê bidin hev û êşa her kesê hîs bikin.”

JINHA