Rojnameya Ronahî

Ji bo zarokan malên çandê hatine vekirin

Hediya HISÊN-Qamişlo

Ji destpêka şoreşa Rojava ve gelek hewldan hene ku li bakur û rojhilatê Sûriyê çand û hunera gelan pêş bikeve. Desteya Çand û Huner, Komîteya Çandê û TEV-ÇAND hewl didin ku çand zindî bibe û şoreşa çandê biafirînin.

Komîteya Çandê ya Herêma Cizîrê gelek hewl dide ku çanda gelan pêş bixe. Ji bo gihîştina vê armancê wê gelek piroje danîne û gelek ji wan pêk jî anîne. Mînak, ji bo fêrkirin û zindîkirina çanda gelan, li Herêma Cizîrê gelek navend vekirine. Ew nvend ji bo gel bi giştî ne. Lê ji bo ku çand di nava gel de pirtir belav bibe, bi taybetî di nav zarokan de, komîteyê dest bi projeyekê kiriye. Proje ew e ku li her navçeyê maleke çandê vekin. Hin ji wan vebûne jî. Li wan malan perwerdeya bêpere tê pêşkêşkirin. Herwiha komên hunerî û govendê li wan malan perwerdeyê dibînin.

Derbarê mijarê de endamê Komîteya Çand û Huner Keder Hisên ev agahî dan: “Piştî ragihandina sîstema hilbijartina sala 2018an, komîn û meclis hatin vekirin. Di nava wan de 10 komîte hatin vekirin. Yek ji wan Komîteya Çandê bû ku girêdayî kantonê ye. Destpêkê gelek proje xistin pîlana xwe, ku yek ji wan projeya vekirina malên çandê bû.

Keder da zanîn ku li Herêma Cizîrê bi alîkariya TEV-ÇAND heta niha 11 malên çandê hatine vekirin û wiha axivî: “Komîteya Çandê bi alîkariya TEV-ÇAND’ê li navçeyên Herêma Cizîrê 11 malên çandê vekirine. Herwiha proje didome û niha di plana me li taxa Tey, Çilaxa, Xirbet El-Bîr û Êndîwerê vekirina malên çandê heye.”

Keder axaftina xwe wiha domand: “Malên Çandê ji bo her kesî vekirî ne. Lê bi giranî ji bo zarokan hatine vekirin. Zarok perwerde dibin û yên pêş dikevin tevlî mihrîcan û festîvalan dibin. Mamosteyên pispor li ser amûrên mûzîkê, govend û şano, zarokan fêr dikin. Li her malê ser 30 zarokî re tevlî perwerdeyê dibin.”

Keder diyar kir ku armanca wan ya vekirina Malên Çandê, perwerdekirina zarokan li ser amûrên mûzîkê, govend û şano ye. Herwiha li gorî çanda neteweya demokratîk dixwazin di van malan de zarokan ji her navçeyê kom bikin û berhemên hevbeş derxin.

Têkildarî projeyên Komîteya Çandê yên ji bo zarokan, Keder da zanîn ku dest bi pênagava stiranên ji bo zarokan kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêşxistina zarokên li Malên Çandê perwerde bûyîn, me 7 şahî li dar xistin û projeya me hê didome. Ji bilî wê em niha şevbêrkên hunerî û helbestî li dar dixin. Li bajarê Rimêlan jî me dibistaneke xêzkirinê vekiriye. Ji bo dema pêş jî di projeya me de lidarxistin mihrîcana biratiya gelan, vekirina maleke dengbêjiyê ku tê de şevbêrkên helbestî û hunerî li dar bikevin, vekirina malên xêzkirinê û vekirina mala çandê li Tirbespiyê bi taybetî ji bo Suryanan hene.”