Rojnameya Ronahî

Pêşniyarek ji bo sazî û dezgehên Kurdan

Sîpan Şînda

Ji şerê cîhanê yê yekê ve Kurd bênavber li hemberî çar dewletan têkoşîna serxwebûnê didin. Di peymana wêran Lozanê de (1923) Kurd ji mafê wan yê azadiyê bêpar hatin hiştin û welatê wan jî weke malê mîrate li ser çar dewletan hat belavkirin. Peymana Lozanê ji bo Kurdan destpêka şerê man û nemanê ye. Ya rast Kurd ji wê peymanê ve ne tenê li hemberî çar dewletan şerî dikin. Li hemberî hevkarên wan yên ku di Lozanê de Kurdistan kirine çar qet jî şerî dikin. Her çend ev dewletên ha bi awayekî çalak li hemberî Kurdan şerî nakin jî, lê belê çekan didin van dewletan, alîkariya aborî didin wan, arîkariya dîplomatîk didin wan, ya sîxurtiyê didin wan û hwd. Kurdên reben ji bi gopalê xwe yê berû heta îro jî li hemberî van zaliman têkoşîna azadiyê, ya parastina mafên xwe yên rewa, parastina ziman û çanda xwe didin. Jetên Ingilîzan li başûrê Kurdistanê hêzên Şêx Mehmûd Berzencî bombebaran kirin, yên Rûsan li Agiriyê hêzên Ishak Nûrî Paşa bombebaran kirin, niha jî li Rojava heman hêzên biyanî heman tiştê bi serê Kurdan tînin.

Ez dixwazim li ser vê mijara têkoşînê pêşniyarekê ji sazî û dezgehên Kurdan re bikim. Îro di dinyayê de li derdora 50 milyonî Kurd hene. Pirrê van li çar parçeyên Kurdistanê dijîn û yên din jî pirrê wan li Ewropa û Kafkasyayê dijîn. Lê mixabin hê jî têkoşîneke hevpar di nava wan de nîne û ji ber wê ji heta niha negihane armanca xwe. Lê divê sazî û dezgehên Kurdan her tiştî daynin aliyekî, hemû nakokî û ixtilafên di nava xwe de daynin aliyekî û di qada navneteweyî de dest bi têkoşîna neteweyî bikin. Îro di dinyayê de saziya Neteweyên Yekbûyî heye û mixabin ji ber ku Kurdan dewlet nîne ew di nava vê saziyê de nayên temsîlkirin. Berûvajî vê, gelek neteweyên şêniyên wan ji milyonekê jî kêmtir in lê ji ber ku dewlet in îro di nava Neteweyên Yekbûyî de tên temsîlkirin. Gelo çima Kurd ji bo vê yekê têkoşîneke neteweyî nadin û ji bo li wê derê bên temsîlkirin kampanyayekê nadin destpêkirin? Bi ya min divê sazî û dezgehên Kurdan bi hev re rûnin û ji bo vê yekê planekê çêkin. Bingehê wê yê dadî amade bikin û kampanyayekê bidin destpêkirin da ku Kurd jî di nava saziya Neteweyên Yekbûyî de bên temsîlkirin. Filistîn jî ne dewlet e, lêbelê di nava Neteweyên Yekbûyî de tên temsîlkirin. Rast e deng nadin, lêbelê wek çavdêr tevlî civînên Neteweyên Yekbûyî dibin û li wê derê dikarin ji xwe re keftûleftekê bikin. Gelo çima Kurd jî vê nakin? Va ye bi hezaran parêzerên Kurd hene, saziyên Kurdan hene, li Başûr desthilatdariyek ya Kurdan heye. Li wê derê zanîngehên Kurdan hene. Divê sazî û dezgehên Kurdan hem yên li welêt û hem ji yên li diyasporayê destê xwe bidin hev û vê kampanyayê bidin destpêkirin. Di vî warî de bi taybetî saziyên Kurdan yên li Ewropa dikarin pêşengiya vî karî bikin û bingehê kampanyayê yê dadî amade bikin. Mane navê wê li ser e, “Neteweyên Yekbûyî”. Ne gotine “Dewletên Yekbûyî”. Madem ew der saziya yekîtiya neteweyan e, divê cihê Kurdan jî li wê derê hebe û ew jî li wê derê bên temsîlkirin. Ez dizanim, ev yek ne hêsan e ku Kurd li wê derê bên pejirandin, lewra neyarên Kurdan weke her demê wê pêşberî vê derkevin. Lêbelê divê Kurd vê yekê bikin.