Rojnameya Ronahî

Salihê Heydo: Em di koka ziman û çanda kurdî de ne

Hediya HISÊN-Qamişlo

Li ber radyoya Êrîvan zaroktiya xwe diqedîne. Bi riya vê radyoya kurdî zimanê xwe yê dayîkê nas dike. Bi mereq û evîna xwe ya li hemberî ziman, fêrî nivîsa zimanê xwe jî dibe. Bi vê meraqê, dibe zimannas û nivîskarekî jîr. Wêje û çanda kurdî jê re dibin heskirin û bi wan re dijî. Bi dehan pirtûkan bi zimanê kurdî dinivîse.

Ji bo ku em Salihê Heydo ji nêz ve nas bikin me pê re hevpeyvînek kir.

Salihê Heydo sala 1956an, li gundê Hesê Oso yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk dibe. Zaroktiya xwe li gund derbas dike. Li ser zimanê kurdî lêkolin dike û li ser wêjeya kurdî pirtûkên wî û helbestên wî hene. Niha jî li Zanîngeha Rojava dersa wêjeya kurdî dide.

Bi qasî ku em te dişopînin, xebata te li ser kurdî ye, ji kengê ve tu li ser ziman û wêjeya kurdî dixebitî?

Ez di refa 5an de bûm bavê min ez fêrî ziman kirim û min dest bi nivîsê kir. Li gund jî pirtûkên kurdî peyda dibûn. Min ew pirtûk dixwendin. Ji wê demê ve bi zimanê dayîkê dinivîsim.

Heta niha çend pirtûkên te hatine çapkirin û ya destpêkê kengê çap bû?

48 pirtûkên min hatine çapkirin. Sala 1985an li Lubnanê pirtûka destpêkê hat çapkirin. Ji ber ku xwendin û nivîsa bi kurdî qedexe bû, ev pirtûk bi qaçaxî gihîşt destê min.

Piraniya pirtûkên te li ser çand û folklora kurdî ne, çima?

Di zaroktiya xwe de min li guhdarî radyoya Êrîvan dikir. Dengê radyoyê ji min re bû mereq û gelek bandor li min kir. Herwiha gundê me mezin bû û em bi giştî Kurd bûn. Dema civat û şahî çêdibûn gelek axaftin li ser folklora kurdî çêdibûn. Wan axaftinan jî bandor li min dikir. Dengê radyoyê û civatên gundiyan ku pir çirok û metelok tê de hebûn, ji min re bûn mereq ku ez fêrî nivîsa zimanê xwe bibim. Herwiha qedexebûna ziman jî wisa kir ku ez pirtir li ser zimanê xwe lêkolîn bikim. Min xwest gelê xwe fêrî ziman û çanda dayîkê bikim.

Weke din helbestên te jî hene. Ev helbest li ser çi ne û armanc çi ye?

10 dîwanên min hene. Piraniya helbestên min li ser netewe, tûkoşin, daxwazî, dîrok, cografya kurdî, herwiha zilm û zora li ser gelê Kurd e. Hin berhemên min jî li ser evîndarî û hin jî ji bo zarokan in.

Dema tu rewşa berî şoreşê û piştî şoreşê bidî ber hev derbarê ziman û çanda kurdî de tu guhertinên çawa dibînî?

Mirov dikare bêje berî şoreşê em winda bûn, lê piştî şoreşê em vejîn, guhertineke giranbiha çêbû. Em bi serbestî bi zimanê xwe diaxivin û dinivîsin. Zanîngeh, dibistan, çand û pirtûk bi zimanê me ne. Îro em di koka ziman û çanda kurdî de ne. Xeyala min ya zaroktiyê ew bû ku her kesek bi azadî bi zimanê xwe bixwîne, çanda xwe fêr bibe. Îro ev  xeyal pêk tên û ez bi van destkeftiyên gelê xwe şad dibim û tişta ku min di jiyana xwe de herî zêde dixwast û ez dixwazim, biratiya gelan, wekhevî, hevaltiyeke rast, walatparêzî û Kurdistaneke azad bû. Ev tev bi şoreşa Rojava pêk tên.

Şoreşa Rojava di hestên te de guhertineke çawa çêkir? Herwiha tu niha li zanîngehê dersa wêjeya kurdî didî, ev ji bo te tê çi wateyê?

Guhertineke bêpîvan çêkir. Berî şoreşê ji ber êrişên ser me baweriya me êdî bi me nedihat. Piştî şoreşê em zindî bûn, me zanî ku em hene û ti carî em winda nebûne û nabin.

Dema ez wêjeya kurdî pêşkêşî xwendekaran dikim, ez xewn û xeyalên xwe pêk tînim. Ji min re tê wateya ku ez xwendekaran fêrî neteweya kurdî dikim.

Pirtûka te ya dawî li ser Kurdên Qafqasya ye, tu dikarî ji me re behsa pirtûkê bikî û çima Kurdên Qafqasya?

Çîroka Kurdên Qafqasya dûr û dirêj e, ew jî weke Kurdên li Kurdistanê pir caran rûbirûyî qirkirin û koçberiyê bûne. Lê dema Kurdan, li ti cihan nikarî bi zimanê xwe biaxivin, sala 1941ê Kurdên Qafqasya radyoya bi navê Êrîvan, li bajarê Êrîvan vekirin. Di rojên herî reş û tarî de dengê vê radyoyê gihiştiye her çar parçeyên Kurdistanê. Çand û zimanê kurdî wan sêwiyên ji qirkirinan xilas bûyin, vejandin. Tevî ku rojê seat û nîvê dengê radyoyê hebû, lê roleke mezin di warê çand û zimanê kurdî de lîst. Dema ez behsa Jurdên Qafqasya dikim, ez behsa dîrok, çand, kevneşopî û qirkirinên Kurdan dikim. Di pirtûkê de, bîranînên min yên radyoyê û hevdîtinên min yên bi wan Kurdan re hene; behsa radyo û kesayetên bibandor weke Haciyê Cindî, Xelîl Miradov,  Casimê Celîl, Zadîna Şakir, Eslîka Qadir, Fatma Îsa, Xanima Zazî, Gulîzara Itar, Şeroyê Biro, Bêmalê Keko, Mecîd û Edûlê Têjîr dikim. Di wê demê de van kesan û bi sadan kesên din, xizmeteke giranbiha ji Kurdan re kirin. Bi kurdiya resen, ji nava dilên wan derdiket û dengê wan di radyoya Êrîvan de derdiket. Pirtûka min hatiye çapkirin û yê bixwaze dikare li pirtûkxaneyan bibîne.

Herî dawî tu dixwazî ji xwendevanên me re çi bêjî?

Îro roja me ya Kurdan e, roja biratî, hevaltî û lixwexwedîderketinê ye, dema azadî û serbestiyê ye. Divê em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Xwendina ku em dixwînin pêwîst e bikeve xizmeta gel û doza Kurdan. Bi xwendinê emê girîngiya biratî û azadiya gelê xwe fêm bikin û ava bikin.