Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sazî û sazîbûna tund

31/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Sazî û sazîbûn di roja me de yek ji girîngtirîn hebûnên civaka sivîl in di dunyayê de. Ji ber wê, sazî û sazîbûn ji bo kes û komên xwe bi rêxistin dikin û armancekê li pêşiya xwe datînin bigihên armanca xwe şert e. Di civakên hemdem de û welatên pêşketî de bi taybetî saziyên sivîl xwedî rol û berpirsiyariyên girîng in. Çi ji bû pêşketina welatan be çi ji bû pêşketina civakan be sazibûn roleke mezin dilîze. Di vê derê de ferqeke mezin di navbera sazîbûna dewletan û ya sivîlan de heye. Dewlet, saziyan ji bo domandina xwe, xurtkirina desthilatdariya xwe û pêşketina pergala xwe ava dikin. Kes û komên sivîl ji saziyan ji bo armancên xwe yên civakî û pêşxistina civakê ava dikin.

Sazîbûn di hemî şert û mercan de ji bo civak û neteweyan girîng e û pêwistiyeke mezin e. Di dîrokê de netewe û civakên sazî ava kirîn û sazîbûn pêş xistîn, yên herî serkeftî ne. Sazîbûn civakê bi hev ve dizeliqîne û wan li dora hev kom dike. Nirxên neteweyî û civakî pêş ve dibe û hişmendiya neteweyan diparêze û zindî dihêle. Mînak mûze di vî warî de mînakên herî xurt û balkêş in. Mûze ne tenê saziyeke, di heman demê de delîlê dîrok û hebûna neteweyan in. Ew laboratuwara dîroka neteweyî ya herî berfireh in. Çi di warê berhemên arkeolojîk de be, çi di warê berhemên hunerî de be, çi di warê yên aborî, çandî û hwd de be mûze mînaka herî baş ya sazîbûyîna tund e.

Sazîbûna di warê çandî, aborî, perwerde, teknîkî, hunerî, olî, exlaqî, dadî, tenduristî û hwd din de   civakê bi rêxistin dike û li himberî dewletê bihêz dike. Hebûna saziyên tund, hişmendiya civakê ya dîrokî bi roja me ve girê dide û paşrojekê ava dike. Sazîbûn derfetê dide mirovî ku mirov bikare rabirdû, roja me û paşroja civakê, neteweyê rave bike, hişmendiya neteweyî xurt bike. Sazîbûn rêbertiya lêkolînên rehên neteweyî dike û reh û pêşrojê pêkve girê dide. Nifşên nû bi saya serê sazîbûyînê neteweyê, civakê û rewşa neteweyê ya heyî nas dikin.

Bêguman her saziyekê armancek ya wê heye û ji bo bigihe armanca xwe ji rêbazan dibjêre û bi kar tîne. Heke saziyek ku rêbazên ne li gorî armanca xwe bi kar bîne wê ew sazî di nava civakê de ji çi pêşveçûnan çêneke. Weke me li jorê ji anî ziman, armanca saziyên sivîl berjewendiyên civakê ye. Ew sazî rêberiya civakê dikin, çanda civakê zindî dikin, hiş û mejiyê civakê nûjen dikin. Sazîbûn divê roniyê bide derdora xwe û civakê zinde bike. Sazîbûn bi taybetî ji bo lêkolîneran derfetan vedike û ji bû lêkolînên wan mejiyê wan vedike. Derbarê rê û rêbazan, hizir û nêrînan de rêberiyê ji wan re dike. Bi taybetî di nava civakên hemdem de sazîbûn ji bo lêkolînerên li ser arkeolojî, antropolojî, civaknasî, dîrok û hwd xebatan dikin roleke bê hempa dilîze. Herwiha ji bû perwerdeyê û teknîkê ji sazîbûn gelekî girîng e di roja me de. Gelek çêvedanî û komel di roja me de piştevaniya projeyên li ser teknîkê, zarokan, perwerdehiyê, pêşvebirina civaka sivîl dikin. Di nava welatên demokratîk û pêşketî de desthilatdarî, bi taybetî saziyên ji bo berjewendiyên civakê, zarokan, perwerdeyê yan jî astengdaran dixebitin fînanse dike û di gelek waran de piştgiriya van saziyên sivîl dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.