Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bastîq û beniyên herî xweş yên payîza dereng in

31/10/2021
in Uncategorized
A A
Bastîq û beniyên herî xweş yên payîza dereng in
Share on FacebookShare on Twitter

Li Mêrdînê ber bi dawiya demsala payîzê ve dema tiriyê mezrone ye. Ev tirî ji bo bastîq û beniyan gelek baş e. Bi tiriyê mezrone jin çanda kevnare weke her sal zindî dikin. Dema çêkirina dims, bastîq û beniyan e, ji ber wê li ser her banî rengê wan dilê mirov xweş dike.

Axa Mêrdînê ya ku xwedî dewlemendiyeke mezin e, mirovan bi xwe ve dide girêdan. Şêniên vir piraniya wan debara xwe bi çandiniyê dikin. Ji ber wê her demsalê rengê Mêrdînê cudaye û her reng ji yê din xweşiktir e. Bi taybetî ber bi dawiya payîzê ve dema tiriyê Mezrone tê. Tiriyê mezrone ji bo bastîq û beniyan gelek baş e. Bi taybetî gelek kes ji bo bastîq û beniyan xwe li benda baranê destpêkê digirin. Niha tiriyê mezrone ji bo bastîq û benî bên çêkirin tê çinîn û ava wî tê derxistin.

Çêkirina wan kedeke mezin dixwaze

Çêkirina bastîq û beniyan kedeke mezin dixwaze. Di destpêkê de rezên tirî tên çandin. Bi taybetî ji bo çêkirina dims, şerab, bastîq û beniyan tiriyê Mezrone tê çandin. Pişt re tê komkirin, bijartina tirî pêk tê. Herî dawî jî bi xweşikî tê paqijkirin. Niha jî ji bo berhemên werin bidestxistin amadekarî tê kirin. Ji bo jin keda xwe ji me re parve bikin û binirxînin em li navçeya Kerborana Mêrdînê ne. Em dibin mêvanê Şîrîn Kalkmaz, Wesfîye Toprak û Salîha Altekîn. Hê bi şev dest bi amadekariyan dikin. Tiriyê hatî komkirin tê paqijkirin. Di odeyên ku bi taybet ji bo derxistina ava tirî hatine çêkirin tê komkirin. Telîs li ser ban bi lingan tên herişandin. Ava ku jê derdikeve ji lûlîyan dikeve sîtilan. Niha jî ji bo kelandinê amade dibin.

Gelek kes li benda dawiya payîzê dimînin

Jinên ku em bûne mêvanê wan ji bo kelandinê jî hê zû radibin. Dest bi kelandina ava tirî dikin. Di kelandinê de jî hinek axa spî xistine nav ku qirêjiya di nav de paqij bike. Ew ax bi qirêjê re li ser qoçxaneyan kom dibe û tê avêtin. Wesfîyeyê jî ji me re ev agahî parve kirin: “Gelek kesan hê di destpêka payçzê de dest bi çêkirina bastîq û beniyan kiriye. Lêbelê li vir bi taybetî dereng tê çêkirin. Ji ber ku ew li benda payîza dereng û çêbûna tiriyê Mezrone sekinîne. Ya herî xweş jî bi hatina barana destpêkê re çêdibe. Gelek kes li benda wê disekinin. Niha tirî çêbûne û em dest pê dikin. Weke we jî şopandî me ji şeva din dest pê kir û niha jî emê berdewam bikin. Qoçxaneya me bi ava tirî tijî ye. Pêwîst e were nîvî.”

‘Çiqas zehmet be jî berhem xweş e’

Salîha di ber çêkirinê re ji me wiha dibêje: “Me ji duh ve goz û behîvên xwe jî amade kirine. Me hemû bi şûjinan bi benan ve kirine. Emê hinekî li hewa bigirin û daliqînin. Heya ku hinek hişk dibe wê li ber bayê bimîne. Bi taybetî jî li ser banê xaniyan tê daliqandin. Me bi nîşandanê re ji we re jî got, çiqas ked dixwaze hûn dibin şahid. Lê belê çiqas zehmet be jî di dawiyê de xweşiya wê heye. Em bi vî rengî gelek berheman derdixin.”

‘Berê em li ser rezan diman’

Şîrîna 86 salî jî qala demboriya xwe û karê bastîq û beniyan kir. Şîrînê diyar kir ku her ku diçe kar hêsantir dibe û wiha berdewam kir: “Bêguman me berê pirtir zehmetî dikişand. Her ku diçe derfet zêde dibin û tam jî di tiştekî de namîne. Em berê diçûn çolê li cihê rez me kon vedidan. Me tiriyê xwe kom dikir û li wir bastîq û beniyên xwe çêdikirin. Heta çend rojan jî em ji wir nedihatin. Em bi zarokan ve li wan deran diman. Me zehmetiyeke mezin dikişand. Lê ji me re cudayiyek bû. Niha ne wisa ye her kes li ber deriyê xwe karê xwe dike.”

Piştî bastîq û benî hatin daliqandin di nava çend rojan de tên komkirin û ji bo zivistanê tin hêştin. Heta zivistan diqede jî ev tên xwarin.

JINHA

Post Views: 126
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
17’ê Pûşberê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Çolbûyîn û Zuhabûnê
CIVAK Û JIYAN

17’ê Pûşberê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Çolbûyîn û Zuhabûnê

18/06/2025
‘Çareserkirina pirsgirêka koçberan bingeha çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye’
CIVAK Û JIYAN

‘Çareserkirina pirsgirêka koçberan bingeha çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye’

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.