Parlamenterê Îtalî Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirkan li hemberî Kurdan çekên kîmyayî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da parlementoyê.
Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da parlementoyê û diyar kir ku hikumeta Tirkan ji ber ku peymanên navneteweyî bi awayekî sîstematîk binpê dike, berpirsyar e.
Palazzotto pirs ji Wezîrî Karê Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û diyar kir dewleta Tirkan peymanên navneteweyî binpê dike.
Parlementer bal kişand ser sûcên şer yên weke kuştinên di salên 1990’î de, işkence, şewitandina gundan û dagîrkeriya di sala 2018’an de ya li ser Efrîn û Girê Spî bîr xist û diyar kir ku li Rojava çekên kîmyayî yên weke fosfora spî tên bikaranîn.
Palazzatto da zanîn ku ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve li ser başûrê Kurdistanê êrişên dagîrkeriyê didomin û li Metîna, Zap û Avaşîn çekên kîmyayî tên bikaranîn.
Palazzatto da xuyakirin ku hikumeta Tirkan ji binpêkirina sîstematîk ya peymanên navneteweyî berpirsyar e.
ANHA





