Rojnameya Ronahî

Apê Osman

Hediya HISÊN-Qamişlo

Helbestvan, zimanzan, nivîskar, rewşenbîr û ji pêşengên wêjeya kurdî ye. Kesayetêke Kurd yê navdar e. Ji 18 saliya xwe heta koça dawî ji bo parastina doza Kurdî têkoşîn û xebat kir. Di têkoşîna xwe ya demdirêj de gelek êş û xwemgîniyan dikşîne. Ew kes helbestvanê Kurd Osman Sebrî ye û bi navê Apê Osman jî tê naskirin.

Osman Sebrî di sala 1905an de, li gundê Narangiyê yê girêdayî bajarê Semsûrê, li bakurê Kurdistanê, ji dayîk dibe. Li dibistanên Amedê dixwîne lê xwendina xwe nadomîne. Bi temenekî piçûk  dizewice û sê zarok jê re çêdibin. Lê jin û du zarokên wî jiyana xwe ji dest didin. Lawikê wî yê sisiyan di çil û heft saliya xwe de tê kuştin û navê wî Walat e. Osman Sebrî dîsa dizewice û sê kurên wî çêdibin (Hoşenk, Hoşîn, Heval) û du keç (Hankur, Hêvî), herwiha keça birayê xwe ya bi navê Koyî xwedî dike. Digel ku bavê wî axayê eşîra Merdîsa bû, lê ji navê axa û serok hes nedikir. Bi navê Apo û Apê Osman dihat naskirin

Sala 1925an ew û malbata xwe tevlî şoreşa Şêx Seîdê Pîran dibe. Sala 1926an mîtên Tirkan wî û du apên wî digirin. Her du apên wî Şikrî û Nûrî hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denzli de dimîne û sala 1928 de tê berdan. Darvekirina apê wî bandorê lê dike. Ji ber wê ew û birayê xwe Bedir Osman Paşa yê ku kesê sereke di sedema darvekirina apên wî bû kuştin. Bi 26 axayên eşîrên Kurdan ji aliyê dewleta tirkî ve hat girtin. Sala 1929an ji Tirkiyê reviya Sûriyê û li Şamê bi cî dibe. Ji ber ku di wê demê de Sûriyê ji aliyê Frnsa ve hatibû dagîrkirin, fransiyan jê xwestin ku li gorî berjewndiyên wan yên siyasî li Şamê tev bigere, lê wî qebûl nekir û got, ez ji bo berjewendiyên neteweya xwe ya Kurd dixebitim. Destpêka salên siyan de tevlî Komela Xoybûn bû û di nava rêzên wê de çalakiyeke siyasî ya berbiçav nîşan da û li seranserê Kurdistanê geriya da ku bi pêkhateyên neteweperwer yên Kurd re têkiliyên neteweyî û rêxistinî bike. Bi Ihsan Nûrî Paşa re derdasî bakurê Kurdistanê bû da ku alîkariya şoreşgeran li çiyayê Agirî bike. Neçar bû ku li gel eşîra Iniz ya ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkî ye xwe veşêre. Pişt re çû başûrê Kurdistanê heta gihişt çiyayê Barzan.

Di Gulana 1931ê de ji ber helwestên xwe yê siyasî li Bexdayê tê girtin. Pişt re derbasî rojhilatê Kurdistanê bû têkilî bi şoreşgeran re danî. Di nava wan de jî Qadî Mûhemed bû. Li rojhilatê Kurdistanê demekê dimîne û vedigere Şamê. Ji ber helwestên xwe fransî wî sala 1936an sirgûnî Filistînê dikin û sala 1937an dibin rojhilatê Afrîka (Medegeşqer)

Osman Sebrî yek ji edîtorên kovara Hawar bû, ku sala 1942yan ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê dihat weşandin. Li ser zimanê kurdî û rêzikên nivîsandinê helbest û gotarên di kovarê de weşandin. Sala 1943yan de Mîr Celadet Bedirxan kovara Ronahî li Şamê weşand, Osman Sebrî çend gotar û helbest bi tîpên latînî tê de nivîsandin.

Herwiha sala 1945an di kovara Roja Nû ya ku ji hêla Dr. Kamûran Badiraxan ve li Beyrûdê dihat weşandin, gotar û helbest weşandin. Osman Sebrî yek ji nivîskarên Kurd yên jîr bû. Bi tîpên latînî nivîsand û bingehê rastnivîsa kurdî danî.

Sala 1957an, bi Dr. Nûreldîn Zaza û welatparêzên din re Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Sûriyê damezirand. Şeva 23yê Gulana 1964an, li bajarê Helebê ew û hevalên xwe yên partiyê hatin girtin. Bi vî awayî Osman Sebrî zêdeyî 12 salan di zindanê de dimîne. Di salên jiyana xwe de zêdeyî 18 caran hatiye girtin. Di nava wan de du caran li Tirkiyê, du caran li Iraqê, carekê li Lubnanê û 13 caran li Sûriyê. Ji aliyê dewleta tirkî ve derheqê wî de du caran biryara darvekirinê hat dayîn. Di dema damezirandina Partiya Demokrat ya Kurdistanê de, ji ber çalakiyên siyasî ew û hevalên xwe ji aliyê hêzên Sûrî ve tên girtin.

Ji bo parastina ziman û çanda kurdî bi riya perwerde û xwendinê Osman Sebrî hewildan kir û nifşên nû perwerde kirin. Pirtûkên bi navê Apo, Elêfbeya Kurdî, Êşên Me, Bahoz û Çar Qehreman derxistin. Herwiha gelek helbest û gotar nivîsandin û weşandine.

Osman Sebrî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Jê pir hes dikir û digot tu xewnên me pêk tînî, bi tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê ez serbilind im, hunê Kurdistanê rizgar bikin. Herwiha Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe de behsa Osman Sebrî kiriye û dibêje, min welatparêzên weke wî nedîtin. Ji bo berjwendiya gelê xwe her dem bi tevger bû. Şoreşgerekî canfeda bû.

Piştî 88 salan ji tekoşîna bêwestan di jiyaneke tijî berxwedan ji bo parastina doza rewa ya kurdî, sala 1993yan koça dawî kir û bi merasimeke girsayî li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê sipartin axê. Têkoşîn û mîraseke çandî li dû xwe hişt, bû mînaka şervanê azadîxweaz.