Rojnameya Ronahî

Li hemberî sansûrê berxwedan

Niştiman Erdede dibêje, xebata hunermendên hatîn sansûrkirin nîşana zora Tirkiyê ye. Pêşangeha ‘Marîpişta Şkestî’ ji bo ku hunermend bikarin careke din azadiya hizir û axaftinê bi dest bixin, tê lidarxisin. Em dixwazin ji bo wan warekî ava bikin, warekî azad.

Di navbera 28’ê Cotmehê û 18’ê Mijdarê de li Zurîhê bi pêşengiya kuratorê Kurd Niştiman Erdede wê pêşangeha medyayî ya hevberş ya bi navê  “Fractured Spine – Widerstand durch Sichtbarkeit von Zensur in Journalismus & Kunst” (Marîpişta Şkestî-Berxwedana bi riya danxuyakirina sansurê di huner û rojnamevaniyê de) were lidarxistin.

Pêşangeha ku wê li mekanê Photobasteil ya Zurîhê bi rêve biçe, gelek berhemên cihê dihewîne. Pêşangeh bi sernavê “Berxwedana bi riya danxuyakirina sansûrê di huner û rojnamevaniyê de” şêweyê berxwedana hunermendan ya hunerî dinirxîne. Berhemên tên nîşandan mafên mirovan, mafê azadiya îfadeyê û bi riya çewisandinê zexta dewletê radixin ber çavên mirovayiyê.

Rastiya ku nayê zanîn eşkere dike

Niştiman, armanc û hedafa pêşangeha “Marîpişta Şkestî” wiha parve dike: “Huner û pêşangehên hunerî li ser pêvajoyên polîtîk û civakî dikare rexneyên bi çi awayî pêş bixe? Em bi vê pêşangeh û bernameyê dixwazin rastiyên ku derbarê Tirkiye de nayên zanîn eşkere bikin. Herwiha pêşangeh derbarê mafên mirovan ên Tirkiyeyê de jî dixwaze hesasiyetekê ava bike û piştgiriyê bide pirsgirêkên ku di vî warî de diqewimin.”

Bi zanebûn Photobasteil hilbijartine

Niştiman ji bo mekanê Photobasteil ku hilbijartine jî dibêje, ev ne tiştekî tesadûfî bûye û wiha pê de diçe: “Ji bilî dîwaran mekanên din jî hene li vir, herwiha galerî û mûze jî hene. Di nava vê atmosferê de me xwest berhemên xwe bi cî bikin da ku em karibin potansiyela wan ya hunerî çêtir derxin holê. Ji lewma me mekanê Photobastei hilbijart.” Photobastei yek ji mekanên herî navdar yên Swîsre ye. Li vir heya niha gelek pêşangehên wêneyan çêbûne û niqaşên hunerî hatine kirin. Jixwe ev mekan jî bi vê armancê hatiye damezirandin û xizmeta vê yekê dike.

Di siberojê de hurgilî û bernameyên vê pêşangehe wê li ser malpera “migratt.ch/frakred-spine” werin parvekirin. Di pêşangehê de wê film, video, performans û niqaşên bi hunermendan re hatine kirin werin nîşandan. Niştiman dibêje, bi hin pirsan emê sansûr, huner û rojnamevaniyê binirxînin. Em dixwazin bi van pirsan mirov li ser van meseleyan bihizirin û biponijin. Mînak du pirsên me yên sereke dê wiha bin; di rejîmeke otokratîk de azadiya îfadeyê tê çi maneyê? Di çarçoveya pêşangehê ya sazîtiyê de em dikarin azadiya îfadeyê çawa bikarbînin?”

Hunermendên ji disiplînên cuda

Di pêşangeha “Marîpişta Şkestî” de wê gelek hunermendên cihê yên ku bi disîplînên cuda dixebiten werin gel hev û derbarê sansûr, huner û rojnamevaniyê de bi berhemên xwe nîqaşan pêş bixin. Niştiman dibêje, di pêşangehê de, li Tirkiyê rewşa hunerê çi ye jî wê were niqaşkirin. Hunermendên Tirk û Kurd yên ku li Swîsreyê dijîn wê xebatên xwe nîşan bidin. Li gel van hunermendan hunermendên Swîsreyî yên navneteweyî jî dê beşdarî pêşangehê bibin û rastiyên tînin ziman li gel xebatên hunermendên din werin pêşkeşkirin.”

Ji bo berhemên sansûrkirî warên azad

Niştiman herî dawî dibêje, ez derveyî referansên xwe yên şexsî tenê bi pozisyonên herêmî û navneteweyî re mijûl nabim, herwiha ez berê xwe didim pozîsyona Tirkiyeyê jî û niqaşên li wir tên kirin jî dişopînim. Xebatên hunermendên ku hatine sansûrkirin nîşana zext û zora Tirkiyeyê nîşan didin. Pêşangeha ‘Marîpişta Şkestî’ bi mebesta ku hunermend bikarin carek din azadiya hizir û axaftinê bidest bixin tê lidarxisin. Em dixwazin ji bo wan warekî ava bikin, werekî azad.”

Hunermendên beşdarî pêşangehê dibin ev in:

Belit Sağ, Edi Hubschmid, Ercan Richter, Ferhan Mordeniz, Gaël Le Ny, Hêlîn, Gianluca Costantini, Hito Steyerl, Husamettin Bahçe, Manuela Hitz, !Mediengruppe Bitnik, Melih Sarıgöl, Sally Schonfeldt, Yousif Salih û Zehra Dogan.

Niştiman Erdede kî ye?

Sala 1979’an li Amedê hatiye dinyayê. Nûçegihanê radyoyê, nivîskar û sêwirmend e. Ji ber xebatên xwe yên siyasî ji Kurdistanê koç dike Ewropa. Sala 2008’an wek penaberekî polîtîk li Zurîhê bi cih dibe.

Sala 2010 û 2014’an de tevî kolektîfeke ku ji hêla penaberan hatiye avakirin dibe. Li “Dibistana Xweser ya Zurîh” (ASZ) dixwîne. Di sala 2013 û 2016’an de jî serî li “ZHdK” (Dibistana Raserîn ya Hunere a Zurîh) yê dide û di beşa “Huner û Medya” de tê qebûl kirin.

Niştiman li Zurîhê dijî û xebatên xwe yên hunerî li wir berdewam dike.

Yeni Özgür Politika