Rojnameya Ronahî

`Emê çanda alîkariyê di nava civakê de belav bikin`

Navenda Nûçeyan-Qamişlo

Pêngava Xwebexş ya Qamişlo, bi dirûşma ‘Ez hes dikim alîkariyê bikim’, ji gelek malbatên xizan û koçber re dibe alîkar.

Rêvebera Pêngava Xwebexş ya Qamişlo Talîn Mihemed derbarê xebata xwe de ev agahî dan: “Karê me li hundirê bajarê Qamişlo tenê ye. Ji ber ku karê me bêberdêl e, me navê Qamişloya Xwebexş li pêngava xwe kir. Bi dirûşma ‘Ez hes dikim alîkariyê bikim, em alîkariya civaka xwe dikin. Ji 2020`an ve me dest bi pêngavê kiriye û hê jî dewam dike. Komîteya me ji heft kesan pêk tê. Her yek li ser taxekê disekine. Destpêkê wek komeke mamoste me nîqaşa vê pêngavê kir û me xwest alîkariya gelê xwe yê xizan bikin. Her mamosteyî her meh hezar lîre ji fonê xwe wek alîkarî dida. Her heyvê em alîkariyê didin çend malbatan. Heyva destpêkê me 500 hezar kom kirin û li çend malbatên xizan belav kirin. Bi demê re kesên alîkariyê dikin û pereyên alîkariyê zêde dibin. Heyvekê gihîştin 20 milyonan. Li gorî pereyên heyîn em alîkariyê didin hewcedaran. Destpêkê wek komîte em diçin serdana malbatê û li gorî rewşa wê em alîkariyê didin. Pîvana me ya alîkariyê ew e ku di malbatê de eger bav yan dê tinebin, yan jî kesek astengdar hebe herwiha kesên ku nexweşiyên giran bi wan re hebin, em alîkariya pereyan, yan jî tiştê ji wan re pêwîst didin. Ji bilî pereyan em bi gelek rengan alîkariyê dikin; weke selikên xwarinê, dermanên nexweşan, cilên zarokan û gelek caran jî me goşt belav kiriye. Jixwe di dema korona de me şûşeyên oksîjenê jî belav kirin.”

Talîn Mihemed da zanîn ku gelek kesên li welatên derve bi wan re dibin alîkar û axaftina xwe wiha domand: “Piştî destpêkirina kar me têkîlî bi gelek kesan re kir. Ji ber wê  heyva duduyan gelek kesan xwest bi me re bibin alîkar. Alîkarê ji Bakur, Başûr, Feransa û Hollanda jî ji me re hatiye. Her heyv pereyan ji me re rêdikin. Em jî li xizanan belav dikin. Ne malbatên xizan tenê, gelek malbatên me yên koçber jî hene em alîkariya wan dikin. Têkiliya me gropa `Qamişlo ji her kesî re, Qamişlo xweşiktir e` jî heye. Gelek caran ew jî dibin alîkar. Rûpela me ya Facebook jî heye, dema em alîkarî belav dikin, em wêne û dîmenên wê jî dadixin ser rûpelê.”

`Emê barê civakê sivik bikin`

Talîn Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Em bi karê xwe kêfxweş in. Çimkî em alîkariyê didin civaka xwe û dilê wan geş dikin. Ez bi hêvî me ku li bajarên me yên din jî pêngavên wiha bên destpêkirin. Ji bo pêşketina çanda alîkariyê û ruhê welatparêziyê pêdivî bi xebata wiha heye. Banga me ji rêxistin û saziyên navneteweyî re jî heye ku bi me re bibin alîkar da em barê civaka xwe sivik bikin.”

Endama pêngavê Sîham Ehmed jî ji me re behsa karê xwe kir û got, ez rêvebera

taxa Qenat Siwês û Zeytoniyê me. Li taxê dema kesek hewcedar hebe ez agahiyê didim

komîteyê û em pê re dibin alîkar. Ez ji zû ve vî karî dikim. Berî vê pêngavê jî min ev kar

dikir. Min bi tena xwe kar dikir. Min pere didan hev û li malbat û kesên xizan belav dikirin.

Niha jî di pêngavê de kar dikim. Keyfa min pir ji vî karî re tê. Çimkî dema ez pêwîstiya kesekî çareser dikim pir pê kêfxweş dibim.

Heta ez hebim ezê vî karî bikim û vê çandê di nava gelê xwe de belav bikim. Di demên pêş de jî, ji bo civaka xwe emê gavên mezintir biavêjin”