Rojnameya Ronahî

Civat

Sîpan Şînda

Ka werin em îro civatekê ji xwe re danin û behsa civatê, wateya civatê, xweşiya wê, girîngiya wê, bandora wê ya li derûniya mirovan, bandora wê ya li têkilî û danûstandinên mirovan bikin. Hema nebêjin civat û neborin. Civat, heskirin e, eşq e, dilevînî ye, dilovanî ye. Civat, sebr e, kêfxweşî ye, parvekirin e. Civat, tayê girêdanê yê ku pêwendiyê di navbera mirovan de çêdike ye. Domandina pêwendiyê girêdayî xweşî û nexweşiya civatê ye. Heke civatek têr û tejî, biwate û bibandor di navbera du mirovan de çênebe, wê pêwendiya wan jî di cara ewil de qut bibe. Heke civatek mirovî têr bike, wê demê têkilî û hevaltî jî didome. Ji ber wê, civat pîvana têkiliyên mirovî ye. Heke dema mirov rûnişt civata yekê û civata wî/ê li mirovî xweş hat, wê demê ev dibe wateya domandina têkiliyê. Dema mirov rûnişt di civatekê de mirov dixwaze ew civat mirovî têr bike, dilê mirovî rihet bike. Ji ber ku civat ji rêbazekî yê rihet bûnê ye. Civat, parvekirin e, sûd ji hev girtin e, hest û raman bi hev re parvekirin e, hev fêmkirin e. Civat, perwerdeya civakî ye. Gelek tişt û gotinên di civatan de tên gotin di ti zanîngehan de mirov nikare peyda bike. Ji ber wê gelek kes hene ku civata wan mejiyê mirovî ronî dike, giyanê mirovî fireh dike. Mihbeta di nava xuh û bira de, ya di nava dost û hevalan de, ya di nava gundî û cîranan de, ya di nava xebatkaran de girêdayî civatên xweş e. Civatên xweş civakê bi hev ve girê didin, yên nexweş jî mirovan ji hev dûr dixin û têkiliya di navbera wan de zeîf dikin. Civatên xweş derûniya mirovî baştir dikin.

Gelo ma civat hemû xweş in û bandoreke baş li mirovî dikin? Bêguman na. Hinek kes hene mirov ji civata wan têr nabe. Dema diaxivin mirov her mirêkar e guhdarî wan bike û mirov dixwaze bi wan re civatê bike. Gotinên hinek kesan weke berê tu li nava heriyê bidî cihê xwe digire. Kesên bizanin guhdarî mirovî bikin, mirov jî dikare guhdarî wan bike. Ji ber ku ew dizanin ka mirov çi dibêje û ew dikarin li gorî wê civatê bikin.  Dikarin peyvan baş bi hev ve girê bidin û mijarê bi awayekî hosteyî û serkeftî vebêjin. Lêbelê hinek kes jî hene ku mirov qet û qet naxwaze li civata wan rûne û guhdarî gotinên wan bike û bi wan re civatê bike. Ji ber ku ew kes nizanin guhdarî mirovan bikin û hema her dixwazin biştexilin û biştexilin. Ji wan weye ku ew civatê gelek xweş dikin û mirovên li dora xwe ronî dikin. Lêbelê rastî ne welê ye. Ew kesên nezanin guhdarî mirovan bikin, her çend xwe zana jî bizanin, ew nikarin gotinan li guhê mirovî bêxin. Ji ber ku baş guhdarîkirin, hîmê bingehî yê fêmkirina hev du ye û yê herî girîng e. Kesayeta mirovan di civatan de baş zelal dibe. Di civatan de rêzgirtin û rêzdayîna dora axaftinê pir girîng e. Divê mirov bizane ka çiqas heqê mirovî yê axaftinê di nava civatê de heye, ewqas heqê wan kesên din yên ku di civatê de rûniştîne jî heye. Çi kiçik be çi mezin be, çi jin be çi mêr be ferq nake, divê mirov dora axaftinê bide her kesî. Pêşiyan gotiye, her serîkê aqilek tê de ye û aqil ne ji kiçikayî yan ji mezinayî ye.