Dewleta Tirkan ya dagîker û çeteyên wê li Efrînê daran dibirin û difiroşin.
Çeteyên bi navê El Hemzat yên girêdayî dewleta Tirkan ya dagîrker, darên di navbera gundê Gozê û Satya yên navçeya Cindirêsê de dibirin û li sûka Efrîn û Idlibê difiroşin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku çeteyên bi navê Semerqend û Lîwa El Weqas yên girêdayî artêşa Tirkan ya dagîrker, li daristanên gundê Kefir Sefrê dest danîne ser 32 hezar darên zeytûnan.
Kesê bi navê Barzanî Xelîl jî piştî ku 5 hezar dolar dane çeteyên Sûltan Mûrad kariye darên xwe paşve vegerîne.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriyê, dagîrkeran heta niha 398 hezar û 650 dar şewitandine, ser 17 hezarî re jî hatine birîn û ji 20 hezarî zêdetir jî ji kokê hatine rakirin.
ANF